Li Miksê pêşî li karesateke mezin hat girtin

Di karesata lehiyê ya li navçeya Wan Miksê de, ji ber xemsariya dewletê şêniyên navçeyê hewl didin birînên xwe bi xwe bipêçin.

Di karesata lehiyê ya li navçeya Wan Miksê de, ji ber xemsariya dewletê şêniyên navçeyê hewl didin birînên xwe bi xwe bipêçin. Zarokên li dibistana seretayî ya li qiraxa çemê li Taxa Çatbayirê, bi saya baldariya gundiyan di kêliya dawî de hatin rizgarkirin.

Navçeya Wan Miks, ji ber karesata lehiyê ya beriya du rojan, zerareke mezin dîtiye. Xaniyên xera bûne, darên ji kokê ve rabûne û zeviyên zerar dîtine. Rewşa herî tirsnak a em li Miksê lê rast hatin, Dibistana Seretayî ya Gundê Çatbayirê bû. Ev dibistana ku beriya 40 salan hat çêkirin û piştre, tevî ku 4 caran îhaleya xwe hat kirin jî çêkirina dibistana nû hat betalkirin, li qiraxa çem e. Di roja lehî rabû de eger gundî ne baldar bûna, hemû zarokên li vê dibistanê wê di bin teht û ava lehiyê de jiyana xwe ji dest bidana. Yanî di kêliya dawî de pêşî li karesatekê hat girtin. Lojmanên dibistanê bi temamî hilweşiyan û dibistan di bin teht û avê de ma. Li Taxa Çatbayirê hin mal di binê avê de man, mizgefta demkî ya li navenda navçeyê jî ku ji text hatiyê çêkirin, xera bû.

'PENÊR Û MASTÊ MIN Ê BI KEDEKE MEZIN ÇÊKIR, DI NAVA AVÊ DE MAN'

Naciye Cesûr a ku di karesata lehiyê de xaniyê wan li ber avê ket, ji me re axivî. Naciye Cesûr a ku li xaniyekî li qatê jêrîn bi tena serê xwe dijî, tevî emrê xwe yê dirêj jî hewl dide li hemberî zor û zehmetiyan li ber xwe bide. Zerara ji ber lehiyê dîtiye vegot û ji ber xemsariya rayedaran gazin kir. Naciye Cesûr gelekî li ber dikeve ku penêr û mastê bi kedeke mezin ji xwe re amade kiribû di nava avê de maye û niha li bendê de mirov alîkariyê pê bikin.

KEYA TAYGÛN: QEYMEQAM XWEDÎ LI ME DERNEKET

Keyayê Taxa Navendî Cemal Taygûn gazinan dike ku Qeymeqam xwedî li wan derneketiye. Taygûn diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wane ji roja destpêkê ve bi wan re eleqedar e û maşînên xizmetê ji wan re şandiye. Taygûn da xuyakirin ku divê mexdûriyeta gelê Miksê di demeke kurt de çareser bibe û bang li AFAD û DSÎ kir ku bi berpirsyariya xwe rabin.

Dirbaz Elmali yê ku 66 salî ye, bi rojane hewl dide ava ketiye nava mala wî vala bike û got, "Zerara me gelekî mezin e, lê belê dewlet li holê nîne. Wê demê em ê karê xwe bi xwe bikin."

'HEVŞAREDARÊ DBP'YÎ: EM Ê BIRÎNÊN XWE BI XWE BIPÊÇIN

Hevşaredarê DBP'yî Galîp Aykût jî ragihand ku karesateke xwezayî bi serê wan de hatiye û got, "Lê belê ev du roj in tespîta xisarê jî nehatiye kirin. Me serlêdan li Qeymeqamiyê kirin, lê encam jê derneket. Bi hewldanên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re em ê bi gelê xwe re hewl bidin birînên xwe bipêçin. Qeymeqamî, li ser kar û barên werin kirin, nêrîna xwe jî bilêv nake.

Qeymeqamê Miksê Serhat Karabektaş jî di axaftina xwe ya ji bo me de îdîa kir ku ji bo çareserkirina mexdûriyetan karê pêwîst hatiye destpêkirin.

LI GUNDÊ ÇATBAYIRÊ DI KÊLIYA DAWÎ DE PÊŞÎ LI KARESATEKÊ HAT GIRTIN

Piştî hevdîtina bi Qeymeqamiyê re, em çûn gundê Çatbayir ku herî zêde ji lehiyê zerar dîtiye. Keyayê gund Davût Gul der barê karesata lehiyê de agahî da û xwest, li şûna dibistana li ber lehiyê ketiye, dibistaneke nû were çêkirin. Gul anî ziman ku dibistana gund beriya 40 salan hatiye çêkirin û tevî 4 caran îhaleya wê hat kirin jî çêkirina dibistana nû hatiye betalkirin, lewma zarok niha bê dibistan mane. Keya Gul her wiha ragihand ku hebûna dibistanê li qiraxa çem, gefê li ewlekariya jiyanê ya xwendekaran dixwe. Gul da zanîn ku di karesata dawî ya lehiyê de bi baldariya gundiyan dibistan hat valakirin û got, "Eger gundî ne hişyar bûna, wê karesateke mezintir rû bida û zarok di binê van tehtan de bimana. Di kêliya dawî de me xwe ji karesateke gelekî mezintir rizgar kir. Niha em ê serlêdanê li cihên pêwîst bikin."

HÎNÊ PLAN DIKIN KU LI QIRAXA ÇEM DIBISTANÊ ÇÊBIKIN

Ji malbatên zarokên wan di vê dibistanê de dixwînin Aydin Tosûn got, "Dibistan li qiraxa çem e û jiyana zarokan bi xeteriyê re rû bi rû ye. Di vî warî de me gelek caran serî li rayedaran dan. 4 caran îhaleya wê hat kirin, lê dîsa plan kirin ku dibistanê li qiraxa çem çêbikin. Lê belê piştî ku îhale betal bû, dest ji çêkirinê berdan. Di karesata dawî ya lehiyê de bi bilindbûna avê re me dibistan di cih de vala kir. Eger em bi tedbîr tevnegeriyabûna, hemû zarok wê jiyana xwe ji dest dibana. Banga me li rayedaran ew e ku çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Her carê dibe ku em ne weke vê carê bi şens bin."

...