KCK: Pêwîst e bê nîşandan ku Cizîr, Gever, Şirnex, Licê, Gimgim û Farqîn ne bi tenê ye - HAT NÛKIRIN

KCK: Gelê Kurdistanê pêwîst e li her bajar û navçeyan rabe ser piyan û nîşan bide ku Cizîr, Gever, Şirnex, Licê, Gimgim û Farqîn ne bi tenê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku niha tarîtiya beriya berbanga azadî û demokrasiyê ye û got: “Hikûmeta AKP’ê wê berbanga azadiya gelên Tirkiyeyê asteng neke; gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê bi berxwedanê Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin. Ji bo vê ya destpêkê bê kirin, gelê Kurdistanê pêwîst e li her bajar û navçeyan rabe ser piyan û nîşan bide ku Cizîr, Gever, Şirnex, Licê, Gimgim û Farqîn ne bi tenê ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku hêzên di bin emrê neo-faşîst Tayyîp Erdogan ê digot, ‘Jin be jî, zarok be jî ya pêwîst wê bê kirin’ li her cihî êrîşî gelê Kurd dikin; lê ne partiyên siyasî, ne rêxistinên civaka sivîl ne jî çapemeniya Tirkiyeyê li hember van êrîşan nerazîbûneke cidî nîşan neda.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku bersiva pirsên li Tirkiyeyê çima pirsgirêka Kurd heye û nayê çareserkirin di nav vê bêbertekiyê de ye û got: “Ji ber ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê van êrîşên faşîst bi cesaretgirtina qelsiya bertekan digirin. Divê her kes vê zanibe duh li Gever û Cizîrê ku gule berdan ser gel, qetilkirina zarok û ciwanan ne rewşeke tekîl e; polîtîkayeke dewlet û hikûmetê ye. Ev êrîş ku polîtîka û zîhniyeta AKP’ê aşkera derdixe holê, ji niha û pê ve jî wê çi bê kirin radixe ber çavan.

Piştî ku hikûmeta AKP’Ê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê tine hesiband û ket nava hewldanên oterîter û çewsîner ên berevajiyê encamên hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên weke demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd tevgeriya, gelê Kurd jî bi awayekî mafdar û di cih de xwerêveberiya xwe ragihand. Ji ber ku gelê Kurd ê bi 40 salan bi berdêlên giran da û têkoşîna azadî û demokrasiyê meşand nikarîbû li hemberî polîtîkayên tasfiyeyê yên AKP’ê bêdeng bimînin. Gelê Kurd bi pêngava xweseriya demokratîk bersiv daye êrîşên AKP’ê û lîstik û hesabên wê yên tasfiyeyê xera kirine. AKP’ê çi qas êrîşkar bibe bila bibe, wê pêngava xweseriya demokratîk a gelê Kurd bi ser bikeve. Wê Tirkiye bi vê pêngavê demokratîk bibe.”

Hevserokatiya Konseya Giştî ya KCK’ê diyar kir ku, di vê çarçoveyê de diviyabû hemû raya giştî ya demokratîk û gel li hemberî van êrîşa rabibûna ser piyan. Hevserokatiya KCK’ê wiha dewam kir: “Ji ber ku xwe bi xwe rêvebirina gelê Kurdistanê di heman demê de tê wateya ku Elewî û nasnameyên cuda yên Tirkiyeyê jî bigihêjin jiyana xwe ya demokratîk û azad, tê wateya gelên Tirkiyeyê herêmên ku lê dijîn  bi xwe bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasiyê cihê xwe li cem gelê Cizîrê, Geverê, Şirnexê, Farqîn û Gimgimê bigire. Berxwedana li Cizîr û Geverê berxwedana demokratîkkirina hemû Tirkiyeyê ye. Êrîşa ku li Cizîr û Geverê bêyî ku bibêje zarok, jin û kale tê kirin, êrîşeke li hemberî tevahî gelên Tirkiyeyê tê kirine. Heya ku gelên Tirkiyeyê wiha nêzîk nebin û helwesta xwe daneynin hole ne gengaz e ku Tirkiye demokratîk bibe. Ji ber ku berxwedan, tecrube û hişmendiya têkoşîna gelê Kurdistanê tê wateya berxwedan, tecrube û hişmendiya têkoşîna bi dehan salane gelên Tirkiyeyê dimeşîne. Di vê wateyê de bêdengiya gelên Tirkiyeyê yên li hemberî van êrîşan tê wateya li hemberî êrîşên li hemberî xwe bêdeng mayînê.

Eger mirov dîqet bike hikûmeta AKP’ê êrîşî rastiya gel a herî berxwedêr, şoreşger û dînamîk a gelê Kurd dike. Di vê wateyê de êrîşî hemû gelê Kurdistanê dike. Êrîşa dijwar a divê astê de birina ser Cizîr û Geverê tê wateya şer bi awayê herî dijwar pêş xistine. Ji ber ku nayê fikirîn ku hem gelê Kurd û hem jî ji vê re bêdeng bimîne. Bi teqez dewleta Tirk sûcê şer dike. Di 13 saliya dîroka desthilatdariya AKP’ê de bi sedan sivîl hatibûn qetilkirin. Piştî ku gelê Kurd xwerêveberiya xwe ya demokratîk ragihand qetlîama sivîlan zêde bûye. Hikûmeta AKP’ê weke hikûmeteke herî zêde mirovên sivîl qetil kiriye wê derbasî dîrokê bibe. Zîhniyet û polîtîkaya heya niha ti rêberekî faşîst negotiye “Jin jî be, zarok jî be em ê tişta pêwîst bikin” a lê Tayîp Erdogan got, li hemberî berxwedana gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê de ji nû ve hê xeternaktir kirine dewreyê de. Niha polîtîkaya Tayyîp Erdogan a, “Jin jî be, zarok jî be em ê tişta pêwîst bikin” tê pêkanîn. Tayyîp Erdogan ê xwediyê vê polîtîkayê wê dereng an jî nêz ji ber fermana cînayetê li hemberî gel daye bê darizandin. Tayyîp Erdogan ji bo neyê darizandin vê zilma xwe zêdetir dike. Lê Tayyîp Erdogan û AKP her ku zilma xwe zêde dikin, dawiyên xwe nêzîktir dikin.

Hikûmeta AKP’ê wê ne tenê weke hikûmeta herî zêde sivîl qetil kirine derbasî dîrokê bibe, wê weke hikûmeteke herî faşîst a herî zêde siyasetmedarên demokratîk avêtiye zindanan jî derbasî dîrokê bibe. Di ti demên dîroka Tirkiyeyê de ev qasî siyasetmedarên di nava têkoşîneke legal de û bi qanûnî siyasetê dikin nehatine girtin. Di vê çarçoveyê deAKP wê weke desthilatdariya herî faşîst a qetlîamkerê herî mezin ê siyasî cihê xwe yê di dîrokê de bigire. Tenê di vê astê de girtina siyasetmedarên demokratîk jî karaktera antîdemokratîk û faşîst a AKP’ê bi hemû zelaliyên xwe radixe ber çavan. Hikûmeta AKP’ê wê hesabê ev qas siyasetmedarên girtinê jî bide. Wê axa hemû cînayet û girtinan AKP’ê bigire; AKP wê bikeve rewşeke wiha ku ti hikûmet neketiyê de.

‘WÊ AKP NIKARIBE BERBANGA GELAN ASTENG BIKE’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku ev pêvajoyeke ku gelên Tirkiyeyê herî zêde nêzî pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û gelê Kurd jî nêzî azadiyê ye û got: “Niha tarîtiya beriya berbanga azadî û demokrasiyê ye. Hikûmeta AKP’ê wê berbanga azadiya gelên Tirkiyeyê asteng neke; gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê wê bi berxwedanê Tirkiyeyê demokratîk bikin û Kurdistanê azad bikin. Ji bo vê ya destpêkê bê kirin, gelê Kurdistanê pêwîst e li her bajar û navçeyan rabe ser piyan û nîşan bide ku Cizîr, Gever, Şirnex, Licê, Gimgim û Farqîn ne bi tenê ye. Divê li rex têkoşîna gelê me yê li hember qedexeya derketina derve ya AKP'ê li ber xwe da û meydan ji hêzên faşîst re nehiştin cih bigirin. Ji bilî vê ti rêyeke ku mirov êrîşên AKP’ê rawestîne nîne.

Hikûmeta AKP’ê bi taybet ji têkoşîna gelê Kurd û ya hevpar a gelên Turkiye ditirse. Ev hevparî bê encameke çawa ya bi hêz û siyasî derxist dît. Ji ber vê yekê hikûmeta AKP’ê di serî de bi rêya çapemeniyê  bi ceribandina her rêbazî dixwaze pêşiya vê yekîtiya têkoşîna gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê asteng bike. Ji bo vê jî bi awayekî lezgîn divê ku hêzên demokrasiyê li hember van astengiyên ku AKP derdixe bisekine, li gel pêngava gelê Kurd a xwerêveberiyê cih bigire, lîstikên AKP’ê bi temamî xera bikin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gaveke mezin bavêjin.

 Gelê Kurd jî cihê ku lê xwerêveberî îlan kiriye divê rêxistinbûna xwe xurt bike û li hember êrîşên AKP’ê li ber xwe bide, li beramberî polîtîkayên  tehdît û şantajê serî netewîne û bi biryarbûna pêşxistina pêngava  xwerêveberiyê, pêngava  azadiyê ya gelê Kurd bigihîne encamê. Roj roja têkoşîn, berxwedan û serketinê ye. Gelê Kurd di van 40 salên ku berdêlên mezin dane, merheleya xwe ya herî xurt dijî. Bi van berdêlên giran derfet û firsendên derketine holê ger baş bên nirxandin, rûmet û xelata ku bi dest xistina azadiya gelê Kurd û demokratîkirina Tirkiyeyê  wekî berpirsiyartiyeke dîrokî li pêş me disekine.

Bêguman wê gelê me yê li ber xwe dide bi ser bikeve. Dijminê gelê Kurd dijminê gelan, AKP wê di nav vî şerê qirêj ê dimeşîne de bifetise wekî Çîller, partiya Dogru Yol’ê wê ber bi dojeha ku zilmkarên mirovatiyê diçinê bên şandin.”