BI DÎMEN

Ayna: Xweserî sîstema komarê red nake

Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna got, "Yekane kesê îro li Tirkiyeyê li dijî sîstema destûra bingehîn diaxive Serokkomar Erdogan e, ku beriya niha gotibû guhertina rejîmê pêk hatiye."

Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna got, "Yekane kesê îro li Tirkiyeyê li dijî sîstema destûra bingehîn diaxive Serokkomar Erdogan e ku beriya niha gotibû guhertina rejîmê pêk hatiye."

Hevseroka Giştî ya DBP'e Emîne Ayna da xuyakirin ku piştî qelibandina maseya muzakereyê ya li Îmraliyê, hikûmeta AKP'ê biryara şerê topyekûn wergirtiye û têkoşîna xwe ya ji bo zemîna qanûnî ya projeya xweseriya demokratîk ji ANF'ê re vegot.

Ayna da zanîn ku partiya wan di îlana xwerêveberiyan de endamê meclîsê ye û got, "Weke DBP em ji hevşaredarên xwe, ji hevserokên xwe yên bajar û navçeyan, ji rêveber û xebatkarên xwe yên jin û ciwanan re bi awayekî vekirî vê dibêjin: Em hemegonya, desthilatdariya partiya siyasî qebûl nakin. Em li her cihî meclîsên gel esas digirin. Hûn li ku derê dixebitin, hûn tevlî meclîsên gel in. Em nikarin der barê Şirnexê de fermanê bidin Şaredariya Şirnexê. Em ji we re biryar û fermanên navendî dişînin, hûn jî li gorî biryarên me yên îdeolojîk tevdigerin. Lê belê der barê Şirnexê de meclîsa gel biryarê dide. Hûn weke hevşardar, hevserokên bajar û navçeyan endamê meclîsa li wê derê ne û berpirsyar in biryarên di wê meclîsê de hatine girtin, bixin meriyetê. Me ev ferman ji tevahiya civata xwe ya rêxistinê re şandine. Hevşardarên me, hevserokên me yên bajar û navçeyan di dawiya dawî de bi bicihanîna biryarên meclîsa gel berpirsyar in."

'XWESERÎ NE LI DIJÎ SÎSTEMA KOMARÊ YE'

Ayna bal kişand ser girtina hevşaredar, rêveber û endamên partiya wan ên dema dawî û destnîşan kir ku sedema girtina rêveberên wan ne biryara xwerêveberiyê ye.

Emîne Ayna diyar kir ku Dewleta Komara Tirkiyeyê dixwaze însiyatîfa wan a herêmî ya di ser şaredariyan re pêk tîne, sabote bike û ev nirxandin kir:

"Hevşaredarên me çima tên girtin? Hevşaredaran xweserî ranegihandine ku bên girtin. Nikare bêje jî, ne rast e. Ji aliyê qanûnî ve nabêjim. Ji aliyê demokrasiyê ve dibêjim. Ne rast e ku serokê/a şaredariyê der heqê bajarakî de biryarê bide, ev ne demokratîk e. Îlanên xwerêveberiyê nabe ku ji girtinan re weke bingeha hincetê were nîşandan. Di hinceta girtinê de tê gotin, 'li dijî sîstema destûra bingehîn' e. Na yekane kesê îro li Tirkiyeyê li dijî sîstema destûra bingehîn diaxive Serokkomar Erdogan ê ku digot, 'guhertina rejîmê pêk hatiye' ye. Ji ber ku destûra bingehîn tê wateya dijberiya li sîstema komarê. Destûra Bingehîn a behsa wê tê kirin, tê wateya dijberiya sîstema demokratîk. Yê ku vê dike jî Serokkomar Erdogan e. Dema em behsa xweseriyê yan jî xwerêveberiyê dikin, em weke feraseteke rejîmê vê destnîşan dikin. Ne li dijî rejîma komarê ye. Ataturk ê komar ava kir got, 'Em mûxtariyetê yanî xweseriyê bidin Kurdan'."

Hevseroka DBP'ê Ayna da zanîn ku eger ev pêşniyara ew dikin li dijî komarê be, hingî damezrînerê komarê çima tiştekî bi vî rengî bilêv kiriye û anî ziman ku ji vê mînakê jî tê fêmkirin ku ev yek ne li dijî sîstema destûra bingehîn e.

'EGER SEDEMA GIRTINÊ EV BE, YÊ DESTPÊKÊ DIVÊ WERE GIRTIN SEROKKOMAR ERDOGAN E'

Ayna destnîşan kir ku eger sedema girtinê wê ev yek be, yê destpêkê divê were girtin Serokkomar Tayyîp Erdogan e û got, "Wî bi xwe got, 'rejîm ji aliyê emelî ve hatiye guhertin'. Çima wê çaxê nayê girtin? Çima der heqê wî de doz nayê vekirin? Em guhertina rejîmê ya Serokkomar Erdogan rewa nabînin! Tevî ku li dijî destûra bingehîn tevdigere. Lê divê her tişt ji nîqaşê re vekirî be, her şexs, her partî, karibe têkoşîna ji bo guhertina rejîmê bimeşîne. Girîng e partiyeke komunîst derkeve û karibe propaganda rejîmeke komunîst bike. Komunîzm ne guhertina rejîmê ye? Lê belê propaganda guhertina rejîmê dikeve çarçoveya azadiya ramanê. Bi heman rengî Serokkomar Erdogan jî propaganda guhertina rejîmê kir. Ev siyaseteke û pêkanîna vê yekê me li gorî pîvanên demokratîk dibînin. Lê belê eger ji ber propaganda guhertina rejîmê ya meclîsên gel, hûn rabin bêjin 'li dijî sîstema destûra bingehîn e' dest lê werdin, bikujin, hevşaredaran bigirin û ji ber ku di nava meclîsa gel de cih girtine mirovan bigirin, wê demê em ê ji we re bêjin bisekine. Wê demê em ê bêjin, mafê te jî yê bilêvkirina guhertina rejîmê nîne."

Ayna bal kişand ser beyana xwerêveberiyê ya meclîsên gel û got, "Meclîsên Gel dibêje, 'te piştî hilbijartinê vîna min a siyasî nas nekir, li Îmraliyê tu Serok Ocalan nas nake, te hevdîtina bi wî re qut kir. Em dixwazin bi hevdîtina bi te re pêvajoyê bimeşînin û bingeha demokratîk ava bikin. Lê belê tu vîna min nas nake, hevdîtin qut kiriye, nikarim agahiyan jê bigirim, haya min ji vîna min a ku dixwazim tu pê re hevdîtinê bike, nîne. Wê demê ez ê jî li gorî xwe tevbigerim'. Meclîsên gel dibêjin, 'Wê çaxê ez ê daxwaza xwe bi xwe bixim rojevê."

XWESERÎ BIRYARA GEL A LI SER JIYANA XWE YA ROJANE YE

Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna li ser kêrhatina xwerêveberiyê, ji Îzmîtê mînak da û ev nirxandin kir:

"Binêrin di erdheja Marmarayê de bi hezaran mirov mirin. Yalova mînaka vê ya herî şênber e. Mebesta min erdheja beriya 17 salan e. Eger Tirkiye derbasî rêveberiya xweser bibûya, meclîsên gel hebûya, gel xwe ji cihê xwe bi rêve bibira, wê zerar ewçend mezin nebûya. Çima? Sedema bingehîn a windahiya jiyana mirovan a di wê erdhejê de avahiyên hatibûn çêkiribû. Meclîsa Gel wê der barê ewlekariya jiyana xwe de biryarê bide? Mînak, meclîsên gel wê biryarê bide li ku avahî werin çêkirin, li ku neyên çêkirin. Meclîsa Gel wê li gorî ewlekariya jiyana xwe biryarê bide, ne ji bo qezençkirina pere. Wê bêje, ez dixwazim bijîm. Hingî wê muttehît jî xîza deryayê bikar nîne. Eger Îzmît bi xweseriyê bihata rêvebirin, wê ji ber bermayînên febrîqeyên pîşesaziyê îro ji sedî 97 nexweşiya kanserê rû nedabûya. Eger bi xweseriyê bihata rêvebirin, wê ew febrîqe îro ne li navenda Îzmîtê bûna. Ji ber ku mirov wê der barê herêma lê dijîn biryara xwe bi xwe bida. Hingî wê Serokkkomar, an jî Davûtoglû nekarîbû biryarê bide ku febrîqe li filan cihî bê çêkirin, radyasyon, bermayînên kîmyeyî li vî cihî were rijandin..Sedema bingehîn a ji sedî 97 nexweşiya kanserê ya li Îzmîtê, rêveberiya navendî ye, feraseta tekparêzî ye, feraseta otorîter e. Gel di vê mijarê de nikare biryarê bide. Bi tenê daxwaznameyê dinivîsîne. Xweserî ev e."