Tûncel: Di 1'ê Mijdarê de em AKP û Erdogan bixînin

Hevberdevka HDK'ê Tûncel banga 'Em di 1'ê Mijdarê de AKP'ê bixînin' kir.

Li bajarê Fransa Montpellîerê, ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve duh civîneke gel hat lidarxistin.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel diyar kir ku AKP'ê ji dema fêm kir wê di 7'ê Hezîranê de winda bike û pê ve Kurdistan û Tirkiye ber bi kaosê ve kişandiye.

Tûncel da xuyakirin ku AKP'ê li hemberî serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de li Pirsûs û Zergelê komkujî kiriye û îro jî li Gever û Cizîrê ev komkujiyên xwe dewam kiriye.

'EM, PIRA KU AKP'Ê HILWEŞANDIYE AVA BIKIN'

Tûncel axaftina xwe wiha dewam kir: "Di dema AKP'ê de mirina karkeran, kuştina jinan û bi HES'an re qetilkirina xwezayê zêde bû. Weke bersiva li van qetlîaman, divê em di 1'ê Mijdarê de Erdogan û hikûmeta wî bixînin. Em berxwedana Tevgera Azadiyê ya li Rojava û bi taybetî jî berxwedana YPJ'ê xurt bikin. Em bibin hêviya bindestan, sosyalîstan û serketinê. Em pira Denîz Gezmîşan a li Colemêrgê, ku dewleta Tirk hilweşand, ji Derya Reş heta Derya Spî, ji Derya Spî heta Egeyê, ji Egeyê heta Kurdistanê ava bikin."