Gelê Geverê di berxwedanê de bi biryar e

Gel û siyasetmedarên Geverê, terora dewletê protesto kirin. Hevseroka KCD'ê Irmak di çalakiyê de peyivî û got, "Berdêl çi dibe bila bibe em ê rêveberiyên xwe ava bikin."

Gel û siyasetmedarên Geverê, terora dewletê protesto kirin. Hevseroka KCD'ê Irmak di çalakiyê de peyivî û got, "Berdêl çi dibe bila bibe em ê rêveberiyên xwe ava bikin." Malbata Es ê hat qetilkirin jî got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet û xaka xwe bû mertalê zindî."

Li navçeya Colemêrg Geverê, polîs û leşkeran serî li terorê dan û 4 kes qetil kirin, bi dehan kes jî birîndar kirin.

Tevî parlamenterên HDP'ê Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Nîhat Akdogan, Tûgba Hezer, Adem Geverî, Mehmet Emîn Îlhan, ji Heyeta Aqilmendan Celalettîn Can, bi hezaran kes li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê civiyan û bi qîrîna dirûşmeyan ji ser Kolana Cengîz Topel ber bi Taxa Orman a komkujî lê hat kirin, meşiyan.

Parlamenterên HDP'yî li nuqteya komkujî lê hat kirin lêkolîn kirin û agahî stendin. Ji vir jî çûn mala malbata Fettah Es ê di komkujiyê de hat qetilkirin û ji malbatê re sersaxî xwestin.

'EM ÇIQASÎ BERDÊLAN BIDIN JÎ EM Ê RÊVEBERIYÊN XWE AVA BIKIN'

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak li çalakiyê axivî û diyar kir ku di şer de hiqûqek heye, lê dewletê bi vê komkujiya xwe ya du rojên daî re ne hiqûqa şer, ne însanetî, ne jî wijdan nas kir.

Irmak axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Li her devera cîhanê niha şer heye. Lê belê ya li vir diqewime komkujî ye, cînayet e. Bi tenê sûcekî me heye; weke gel em dixwazin mafên xwe yên însanî. Lê rêveberiya navendî bi komkujiyan bersivê dide daxwaza me. Ev gel, mîna li gelek deverên cîhanê dixwaze xwe bi rêve bibe. Bi tank û topan bersivê didin daxwaza me ya ji bo mafê me yê herî xwezayî. Lê belê gelê Kurd biryara xwe daye, wê ji vê rê venegere. Em çiqasî berdêlan bidin jî, em ê rêveberiyên xwe ava bikin."

Irmak bang li gelê Geverê kir ku berxwedanê mezin bike û li pişt vîna xwe bisekine û got, "Di avakirina xwerêveberiyan de , yekane çeka me bedenên me ye. Heta ku neçar nemînin, em ê serî li çekê nedin. Dema li dijî tax, kolan û navçeya me êrîşek hat kirin, em ê hemû bi hev re bikevin nava tevgerê. Me dest bi vê xebatê kir, em ê nîvco nehêlin."

'MALBATA ES: JI BO GEL Û JIYANA BI RÛMET CANÊ XWE FEDA KIR

Kekê Fettah Es ê hat qetilkirin Mûhyet Es jî ji welatiyên hatin serxweşiyê re spasiyên xwe pêşkêş kir û got, "Birayê min ji bo mirov nemirin bû mertalê zindî, ji bo mirov nemirin canê xwe feda kir. Bila her kes vê bi vî rengî zanibe. Em 6 xwişk-bira ne, Fettah biçûkê me bû. Weke xwişk-birayên wî yên mayî, em ê ji bo vî gelî di rêya wî de bin."

Hevsera Fettah Es Leyla Es jî got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet û xaka xwe bû mertalê zindî."