Li Bêşebab 71 cerdevanan îstîfa kirin - HAT NÛKIRIN

Li Bêşebab 71 cerdevanên ku pêkûtiya leşkeran a ji bo derketina operasyonan qebûl nekirin daxwazname dan qeymeqamiyê û îstîfa kirin.

Li Bêşebab 71 cerdevanên ku pêkûtiya leşkeran a ji bo derketina operasyonan qebûl nekirin daxwazname dan qeymeqamiyê û îstîfa kirin.

Li gundê Çeman a navçeya Bêşebab a Şirnexê 71 cerdevanên ku nexwestin derkevin operasyonan û pêkûtiyên rayedarên dewletê qebûl nekirin daxwaznameyên xwe dan Qeymeqamiya Bêşebabê û îstîfa kirin. Cerdevanan diyar kirin ku ew ê dernekevin operasyonan,nekevin pevçûnan û nobetê negirin. Cerdevanan dan xuyakirin ku bi salan e rayedaran ew xapandine.

Qeymeqamê Bêşebabê ku daxwazname girt daxuyand ku bûyer têkîldarî wî nîne û pirsgirêkeke leşkerî ye.