Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar: Şoreşa Rojava qenciyeke dîrokê ye

Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar got, "Şoreşa Rojava, Bihara Ereb û Hezîrana Gezî nîşan dan ku li ser û binê vê xakê ne tenê petrol heye. Di heman demê de şoreş heye."

Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar destnîşan kir ku Şoreşa Rojava weke qenciyeke dîrokê pêk hatiye û got, "Şoreşa Rojava, Bihara Ereb û Hezîrana Gezî nîşan dan ku li ser û binê vê xakê ne tenê petrol heye. Di heman demê de şoreş heye."

Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar anî ziman ku Şoreşa Rojava mîna qenciyeke dîrokê pêk hatiye û got, "Bi qasî ez dizanim, Şoreşa Rojava bi vê rewşa xwe re, şoreşa herî saf, herî aştiyane ye. Xemsariya li pêşberî şoreşeke ewçend xweser, ji bo şoreşgerekê/î ne pêkan bû."

Haydar bibîr xist ku di nîqaş û nirxandinên salên beriya niha de, qet behsa dibetiya şoreşeke li Rojava nedihat kirin û got, "Şoreş bi şêweyeke welê xwe da der, ku bi Bihara Ereb, bi Hezîrana Gezî û bi Şoreşa Rojava re xuya bû, ku li vê xakê ne tenê petrol heye, di heman demê de şoreş heye. Ya girîng; mîna bîra petrolê derdixîne, afirandina rêbaza şoreşgerî ya ji derxistina şoreşê re pêşengiyê dike, ye. Di 19'ê Tîrmehê de gava rejîm reviya, vê pêşengiyê ji xaka lê amadekariya xwe ya pêşengiyê kiribû herikî û heta Efrînê şoreş belav kir."

Haydar da xuyakirin ku eger daneheviya lojîstîk, kadro û tecrûbeya şerê gel ê şoreşger ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê nebûya wê Şoreşa Rojava jî çawa hat wê bi wî rengî bibihuriya. Haydar ji bo vê yekê jî mînaka Hezîrana Gezî da, ku bêyî şopekê li dû xwe bihêle, çûye.

Haydar da zanîn ku weke tevger wan şoreşa welêt û azadîparêziya Kurd bi pênaseya 'hevrêtiya sîperê' destnîşan kirine û got, "Em herikîna dîrokê ya li herêmê dît û bi feraseta şoreşgerî ya Yilmazkayayî, berî salên dûr û dirêj li çiyayên Kurdistanê yên azad kampên xwe çêkirin.

'JI KOBANÊ HETA ŞENGALÊ EM TEVLÎ PÊNGAVAN BÛN'

Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar diyar kir ku ew li qadeke berfireh ketine çeperan û got, "Heta roja îro ji Kobanê heta Şengalê em li qadeke berfireh belav bûn. Tevlî pêngavan bûn. Em niha li Cizîrê ne. Bêguman heval statuyeke xweser ji me re nas kirine, lê belê ji aliyê giştî ve em di bin mewzî û rêveberiya YPG'ê de ne. Têkiliyên me yên bi YPG û YPJ'ê re heta dawiyê di asta hevrêtiyê de ye. Ji xwe, ji bilî vê jî nêzîkatiyeke din nepêkane.

Hem şoreşek heye, hem di nava vê şoreşê de cih digirin, hem jî tevgera azadiyê ya Kurd di têkiliyên însanî û rêxistinî de şênberiya pênaseya hevrêtiyê ye. Em bi pêşengiya hevalê Orhan, ji sala 2006'an û pê ve li van qadan e. Ji hingî ve em hewl didin naveroka pênaseya hevrêtiyê, bi ya ji şoerşa Kurd û şoreşgeran hîn bûye, dagirin."

Şervanê Biryargeha Şoreşger Alî Haydar ev bang li ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê kir: "Ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê ku di roja îro de hêza herî pêşketî, şoreşger û hişyar a civakê ye, wezîfeya xwe ye bi lez û bez xwe ji mijûlkirinên oportunîzmê rizgar bikin, berê xwe bidin rêya şoreşgerî ya dîroka xwe û bibe kirdeya vê dîrokê. Li ser bingeha vê wezîfeyê em bang li tevahiya ciwanên şoreşger ên Tirkiyeyê dikin ku li her qadê, li ser xeta Bostanci-Gezî û Kobanê, momenteke nû ya rêxistinî ajîtasyon-propaganda ya pêngava şoreşgerî ava bikin."