Pevçûnên li Colemêrgê didomin
Li taxa Berçelan a Colemêrgê piştî ku ciwan û welatiyan bi barîkatan parastina xwe girtin polîs û tîmên taybet dixwazin bikevin taxê.
Li taxa Berçelan a Colemêrgê piştî ku ciwan û welatiyan bi barîkatan parastina xwe girtin polîs û tîmên taybet dixwazin bikevin taxê.
Li taxa Berçelan a Colemêrgê piştî ku ciwan û welatiyan bi barîkatan parastina xwe girtin polîs û tîmên taybet dixwazin bikevin taxê. Li taxa ku ji aliyê maşîneyên zirxî hatiye dorpêçkirin pêvçûnên dijwar rû dan û welatiyên taxê jî bi komkujiyekê re rû bi rû ne.
Li taxên Berçelan û Kiranê yên Colemêrgê piştî biryara xweparastinê ciwanan rêyên ku diçin taxan hemû bi barîkatan birîn û di navbera ciwan û tîmên taybet de niha pêvçûnên dijwar rû dan. Pevçûn bi taybetî li taxa Berçelanê piştî lojmanên polîsan dijwartir bû û polîs û tîmên taybet bi maşîneyên zirxî tax dorpêç kirin. Tîmên taybet ku dixwazin bikevin taxê ji ber berxwedan welatiyan nikarin bikevin taxê û bi bombeyên gazê û guleyên rastîn taxê di bin bombebaranê de hiştin. Her wiha li Kişlaya Fatihê jî gelek maşîneyên bi navê Kirpî leşker li ber saziyên dewletê hatin bicihkirin. Ji ber pêvçûnên dijwar sûk hemû vala bû esnafan jî darabeyên xwe anîn xwarê. Welatiyên taxê ku ji ber guleyan nikarin ji malên xwe derkevin bi komkujiyekê re rû bir û ne. Endamên saziyên sivîl ên civakî û rêvebirên DBP û HDP’ê ji bo bibin mertalên zindî ber bi taxê ve bir ê keti