Li Colemêrgê ji ber êrîşa polîsan a li hember ciwanan pevçûn derket

Di saetên sibê de tîmên taybet operasyon li hemberî ciwanên ku li Taxên Kiran û Berçelan barîkat danîn dan destpêkirin û pevçûn derketin.

Di saetên sibê de tîmên taybet operasyon li hemberî ciwanên ku li Taxên Kiran û Berçelan barîkat danîn dan destpêkirin û pevçûn derketin.

Li derdora Taxa Kiran bi wesayîtên zirxî hat dorpêkirin û ji Taxa Berçelan jî dengê guleyan tê.

Tîmên taybet ên li baxçeyê avahiya edliyeyê bi cih bibûn ber bi Taxa Berçelanê ve gule berdan.

Hinek wesayîtên ku ketine nava taxan de jî bi bombeyên gazê êrîşî kesên li derdora barîkatan disekinin kirin.

Piştî pevçûnan esnafan jî derabeyên xwe girtin.