Cenazeyê Adem Îrtegun ê 16 salî, ku li taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê duh ji ber fîşeka polîsan a li qirika wî ket jiyana xwe ji dest da, bi merasîmek bi beşdariya deh hezaran kesî hat veşartin. Cenazeyê Îrtegun serê sibê piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ji aliyê malbatê ve hat wergirtin. Piştî agahî hat bihîstin bi hezaran welatî hatin ber morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî cenaze hat wergirtin esnafan jî dikanên xwe girtin û li navenda bajêr jiyan rawestandin.
JINAN LI REFÊN PÊŞ CIH GIRTIN
Welatî bi dirûşmeya "Tolhildan tolhildan" li ber mizgefta taxa Yenî ya ku wê cenaze lê bihata şuştin dest bi kombûnê kirin û di vê navberê de bi wesayîtan li taxê anonsa tevlîbûna merasîma cenaze hatin kirin. Di nava deqeyan de hejmara welatiyên kombûn deh hezaran derbas kir. Di pêşwazîkirina cenaze de jinan cihê xwe li refên pêş girtin.
Bi deh hezaran kesan bi dirûşemeyan li ber mizgeftê sekna xwe domand û li benda cenaze man. Di vê navberê de girseyê cenazeyê Îrtegun ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin û anîn mizgeftê. Bi hatina cenaze girseyê dirûşmeyên "Tolhildan tolhildan", "Kujer Erdogan wê hesabê bide" û "Şehîd namirin" berz kirin û hêrsa xwe ya li hemberî hikûmeta AKP'ê û Erdogan anîn ziman.
Piştî nimêja cenaze ya li mizgeftê bi deh hezaran kesan kolana Ûlûdere ji trafîkê re girt û cenazeyê Îrtegun hilgirtin û dest bi meşê kirin. Di meşê de hêrs û dirûşmeyên tolhildanê kêm nebûn û welatiyên derdorê jî bi nîşaneyên serketinê piştgirî dan meşê. Cenazeyê ji aliyê deh hezaran kesan ve anîn taxa Yeşîlyûrtê û dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Cenaze careke din ji aliyê girseyê ve ji bo definkirinê birin Goristana Taxa Yeşîlyûrtê.
Piştî rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê Halît Gungen axivî û diyar kir ku di nava du rojên dawî de 11 zarok ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin û wiha got: "Divê êdî gelê me hêj bêtir bibe yek û ji vê zilmê re bêje na."
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Şirnexê Agît Yîgît jî diyar kir ku êdî sebra gelê kurd fûriya ye û wiha got: "Van zarokan çavê xwe li kîjan ax û namûsa we da. We qatilên xwe ji bo ciwanên me qetil bikin şandin heremê lê êdî gelê kurd vê yekê qebûl nake. Em mez nîn in. Divê êdî gelê me kolan û kuçeyên xwe terk neke û xwe biparêze."
'BI FERMANA AKP'Ê LI KOLANA KOMKUJÎ PÊK TÊN'
Parlementera HDP'ê Leyla Bîrlîk jî diyar kir ku her roj ji dilê wan perçeyek jê tê kirin û didin axê û wiha got: "Bi fermana AKP'ê li kolanan komkujî pêk tên. Lê tevgera azadiya kurd û gel bi şehîd û nirxên xwe re hebûna xwe pêk anî. Ciwanên me jî ji bo azadiya gelê xwe bêteredût bedenên xwe kirin mertal."
Apê Îrtegun Tahîr Îrtegun jî wiha ji hikûmetê re bang kir: "Êdî bes e. Bila ev şer xilas bibe û ciwanên me êdî nemirin."
Piştî axaftinan cenazeyê Adem Îrtegun bi dirûşmeyan hat definkirin. Piştî merasîma cenaze girse derbasî konê sersaxiyê bû.