KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YJA Star Ayşe Bor û Fîgen Ereneşsû bibîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star gerîlayên YJA Star Ayşe Bor û Fîgen Ereneşsû bibîr anî. -
Komkujiyên AKP’ê li Melbourne hatin protestokirin
Li bajarê Melbourne Awûstralyayê polîtîkayên şer û komkujiyên sivîlan ên AKP’ê hatin protestokirin. -
Cenazeyên gerîlayên HPG’ê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin
Ji 4 gerîlayên çend roj berê li Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan 3 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gultekîn Bal (Raman Soro) jî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ber bi Êlihê ve derxistin rê. -
Çalakiyên gerîlayan bi awayekî zêde didomin
Çalakiyên gerîlayên HPG’ê li Bakurê Kurdistanê didomin. Di çalakiyan de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Li navçeya Tetwan a Bedlîsê helîkoptereke Skorsky ya diçû qereqola Şêx Cûma ji aliyê gerîlayan ve bi çekên giran hat derbkirin. -
ÎHD’ê rapora şer aşkera kir
Piştî pêvajoya şer destpê kir û şûn ve li navenda giştî ya ÎHD'ê di dîroka navbera 21'ê Tîrmehê û 28 Tebaxê de raporek hat amadekirin di raporê de tê xuyakirin ku binçavkirin, girtin, der, îşkence, qetilkirina sivîlan û înfaz gihîştine asta lûtkeyê -
Li herêmên gerîlayan tevgera keşfê
Tevgera pêgerên hewayî yên artêşa Tirk didome. Artêşa Tirk her wiha ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan êrîşî herêmên gerîlayan dike. -
Atalan: Li Cizîrê guman heye ku di nav tîmên taybet de endamên DAIŞ hebin!
Endamê heyeta HDP’ê Alî Atalan ku li Cizîrê lêkolînan dike got: “Kesên riha wan dirêj û bi dirûşmên DAIŞ’ê êrîşî gel dikin dişibin kesên li Rojava êrîşî gel dikin.” -
Li Şirnex, Amed û Êlihê ji xizmên windayan çalakî
Xizmên windayan li Amed, Êlih û Şirnexê çalakî li dar xistin. Di çalakiya Amedê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li Kurdistanê dide meşandin. -
Ji KJK'ê banga xurtkirina têkoşînê
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a faşîst, şerekî lanetlêbûyî û qirkirinê li Kurdistanê dimeşîne û banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir. -
Bi saetan mudaxeleyî ciwanê birîndar nekirin
Li Şirnexê ji ber polîsan êrîş birin ser ciwanên ku terora dewletê şermezar dikin pevçûn derketin, Sertaç Sapmaz ê 19 salî bi giranî birîndar bû. Bi saetan Sapmaz nehat tedawîkirin. -
Kantonên Rojava li dijî komkujiyên AKP'ê yên li Bakur bang li NY kirin
Koordînasyona Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, êrîşên dewleta AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin, ku hesabê komkujiyan ji Erdogan bipirse. -
Dîrok aciz bû xwe dubare bike
Gelê Şirnexê dema wê komkujiya mezin a sala 1992'an vedibêje, bi gotina "Hingî înternet tinebû, deng ji telefonan nedihat. Haya rojnameyan, televîzyonan jê hebûn, lê komkujî vedişartin" dest bi axaftinê dike. -
Irmak: Em ne rêxistinbûyî bin wê komkujiyên mezin rû bidin!
Irmak da xuyakirin ku li Geverê, dewletê yekser êrîşî sivîlan kiriye. Irmak diyar kir, ku eger gel bi rêxistinî li ber xwe nede wê komkujiyên mezin rû bidin û destnîşan kir, ku biryardariya xwerêvebirinê wê bidome. -
Polîsan li Amedê du kes birîndar kirin
Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanên bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Gever û Cizîrê çalakî li dar xistin rastî êrîşa polîsan hatin û du kes bi giranî birîndar kirin. -
Gerîlayê HPG’ê Yavûz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Sedat Yavûz (Dêrsim Norşên) ê li Xîzanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî li Şehîdgeha Xerzanê hat defnkirin. -
Komkujiya Gever û Cizîrê li Wanê hat protestokirin
Gelê Wanê di pêşengiya rêxistina DBP'ê ya Îpekyolu de, terora dewletê ya li dijî gelê Gever û Cizîrê bi meşek girseyî şermezar kir. -
Komkujiya polîs û leşkerên Tirk a li Cizîrê hat şermezarkirin
Piştî merasîma cenazeyên 2 ji wan zarok 4 kesên li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatine qetilkirin, bi hezaran kes ber bi Avahiya Hikûmetê ya Cizîrê ve meşiyan û polîtîkayên komkujiyan protesto kirin. -
Tîmên Taybet êrîşî taxên Esentepe û Esenyûrt ên Geverê dikin
Tîmên Tevgera Taybet ên li Geverê komkujî pêk anîn, niha jî li taxa Esentepe û Esenyurtê yên Geverê êrîşan pêk tînin. Ji ber êrîşên tîmên taybet şer derket û şer didome. -
KCD-E: Divê tavilê siyasetmedarên Kurd serbest bêne berdan
Hevserokatiya KCD-E’yê diyar kir ku hikûmeta Elman girtina siyasetmedarên Kurd didomîne. -
Çeteyên El-Nusrayê bi hawanan êrîşî gundê Efrînê kirin
Komên çete yên Cebhet El-Nusra gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran dikin, di encamê de muxtarê gundê Mihemed Hisên û gelek kesên din birîndar bûn. -
Li Silopiya binçavkirin û girtin
Li Silopiyayê Rêveberê HDP'ê Yunus Takas hate binçavkirin û ciwanê bi navê Ridvan Tan jî hate girtin. -
Meşa HDP’ê ya Stenbolê tê astengkirin - HAT NÛKIRIN
Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bi armanca protestokirina polîtîkayên şer ên AKP’ê xwest ji Tunelê heta Stenbolê meşekê li dar bixe. Meş ji aliyê polîsan ve tê astengkirin. -
KHS: Divê gelê me li hemberî qedexeyan li kolanên xwe xwedî derkeve
Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku bi berxwedanê piştgiriyê bidin bajarên Kurdistanê yên xwerêveberî hatiye îlankirin. -
Şehîdên Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin
Bi dehhezaran welatiyên Cizîrê ku dikan girtin û neçûn kar, beşdarî merasîma 4 welatiyên polîsan qetil kirin bûn û cenazeyên 4 welatiyên sivîl defin kirin. -
AKP binçavkirin û girtinan didomîne
AKP’ya ku polîtîkayên şer kiriye dewrê û di kaosa ku welêt kiriye nav her roj binçavkirin û girtin pêk tên.