Irmak: Em ne rêxistinbûyî bin wê komkujiyên mezin rû bidin!

Irmak da xuyakirin ku li Geverê, dewletê yekser êrîşî sivîlan kiriye. Irmak diyar kir, ku eger gel bi rêxistinî li ber xwe nede wê komkujiyên mezin rû bidin û destnîşan kir, ku biryardariya xwerêvebirinê wê bidome.

Hevseroka KCD'ê Irmak a li Geverê lêkolîn kir anî ziman, ku dewletê li Geverê yekser êrîşî sivîlan kiriye. Irmak diyar kir, ku eger gel bi rêxistinî li ber xwe nede wê komkujiyên mezin rû bidin û destnîşan kir, ku biryardariya xwerêvebirinê wê bidome.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak, terora dewletê ya li Geverê ji ANF'ê re nirxand.

'BOMBEYÊN SÊ DÎWARAN BI CAREKÊ QUL DIKE AVÊTIN MALAN'

Irmak çavdêriyên xwe yên li Geverê bi vî rengî vegot: "Danê sibehê em çûn Geverê; em li nava malên gule lê hatin reşandin û xisar dîtin geriyan. Me serdana sersaxiyê kir. Danê sibehê qedexeya derketina derve hat rakirin, lê di nava gel de hêrseke mezin hebû. Ya qewimî tiştên di asta hovîtiyê de bûn. Me tespît kir ku qereqolan top avêtine malan. Topên ku dîwaran qul dikin. Baş e ku kesek hingî ne li malê bû. Naxwe di wê malê de kesek bi saxî dernediket. Mele Îbrahîm diyar kir ku bombeyeke ne diyar avêtine mala wî, sê dîwar qul kiriye û derbas bûye. Yanî ev teqemenî neteqiya ye û belav bûye. Sê dîwar qul kiriye û derketiye derve. Me fêm nekir bê fîşekek çawa ye, bombeyeke çawa ye. Meleyê di wê malê de jî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji me re hat gotin, ku birîna wî giran e û hatiye emeliyatkirin.

Wekî din, hem ji panzerê gule li maleke din reşandine, hem jî derî şikandine û ketine hundir. Em bi xwediyê malê re axivîn; digot, 'nehiştin ez derî jî vekim'. Polîs û leşkeran îdîa kirine ku yên li malê dimînin têkiliya xwe bi PKK'ê re hene û ji wan re gotine ku 'ew ê tevgera xwe ya bi vî rengî dewam bikin'.

Li ser rêyan jî xendek hatine kolandin. Hevalekî me li wir şehîd ket, xwîna wî hînê li wê derê ye. Geverê şeveke bi vî rengî derbas kir. Navçe mîna bombeyekê li ber teqînê ye. Hînê ne zelal e bê çend kesan jiyana xwe ji dest dane."

'DIVÊ REWŞEKE BELAWELA, BI TENÊ Û PANÎKÊ NEBE'

Irmak bal kişand ser berxwedana gel û got, "Gel li hin cihan xwe rexne dike. Dibêje, 'divê ti kes jiyana xwe ji dest nede û eger em bi rêxistinî bûna wê windahiya can rû nedanbûya'. Tevî her tiştî jî gel berxwedana xwe didomîne. Di şeva ku derketina derve qedexe bû jî gel li ber xwe da û panzeran xwe vekişandin. Lê belê dema her kes radiza, êrîş kirin."

Irmak da xuyakirin ku divê gel mekanîzmayên xweparastinê ava bikin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Girîng e gel xwe biparêze; divê nehêle polîs û leşker bikeve nava taxan. Bi şêweyeke ku em hemû bi hev re nerazîbûnê nîşan bidin, parastin were kirin. Gelekî aşkera ye ku pêwîstî bi rêxistinbûyîneke bi vî rengî heye. Lê belê rewş û helwesteke belawela, panîk û bi tenê hiştin, wê rê li ber komkujiyên mezin veke. Wê hîn bêhtir cesaretê bide dewletê ku şîdetê bike. Pêwîst e gel rêxistinbûyîna xwe demek ji ya din zûtir bilindtir bike."

'NE PÊKANE EM JI XWERÊVEBERIYÊ VEGERIN'

Irmak da zanîn ku gel di xwerêveberiyê de bi biryar e û got, "Piştî ku ewçend şehîd hatin dayîn, vegera ji xwerêveberiyê ne pêkan e. Heta ku bi ser bikeve, em ê biryardariya xwe ya xwerêveberiyê dewam bikin." Irmak ev xal destnîşan kir: "Divê organ û desteyên xwerêveberiyê werin avakirin. Li dijî yên bi komkujiyê bersivê didin daxwaza me, pêwîste em bikevin nava lêgerîna avakirina mekanîzmaya xwe. Vê yekê jî divê em bi awayekî saziyî û rêxistinî bikin. Beriya her tiştî divê xebata hûnandina jiyanê hîn bêhtir dewam bike. Pêwîst em desteyên xwerêveberiyê ava bikin. Parastin pêwîstiyek e mezin e."

BANGA NASKIRINA XWERÊVEBERIYÊ

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Selma Irmak bang li AKP'ê kir ku bi awayekî erênî nêzî daxwaza xwerêveberiyê bibe û got, "Li her devera cîhanê xwerêveberî, xweserî, kanton, eyalet, otonom; welêt parçe nakin. Berevajî, demokratîk dike. Sîstemên navendîparêz, çavkaniya pirsgirêkan e. Vî gelî daxwazeke gelekî rewa destnîşan kir. Girîng e guh bidin vê daxwazê."