Polîsan li Amedê du kes birîndar kirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanên bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Gever û Cizîrê çalakî li dar xistin rastî êrîşa polîsan hatin û du kes bi giranî birîndar kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanên bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Gever û Cizîrê çalakî li dar xistin rastî êrîşa polîsan hatin û du kes bi giranî birîndar kirin.

Li Kolana Melîk Ahmet a navçeya Sûrê ya Amedê ciwanên bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Gever û Cizîrê çalakî li dar dixistin rastî êrîşa polîsan a bi guleyan hatin. Di dema êrîşê de dem dem pevçûnên kurt rû dan û ciwanên ji marketa lê dixebitîn Murat Tekîn û Murat Taruk bi guleyên ji ser û singên wan ketin bi giranî birîndar bûn. Tekîn û Taruk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî. Piştî mudaxeleya yekemîn her du welatî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê û kirin emeliyetê. Ketin û derketina kolan Melîk Ahmet ji aliyê polîsan ve hatin girtin û polîsên sivîl nexweşxaneya zanîngehê dorpêç kirin.

Hate ragihandin ku li kolana Emek a navçeya Rezan a Amedê jî di navbera polîs û ciwanan de pevçûnan rû da.