AKP binçavkirin û girtinan didomîne
AKP’ya ku polîtîkayên şer kiriye dewrê û di kaosa ku welêt kiriye nav her roj binçavkirin û girtin pêk tên.

ENQERE
Li Enqereyê polîsan êrîşî ciwanên ku xwestin stand vekin kir û 8 ciwan hatin binçavkirin.
Li kolana Konurê ya Enqereyê polîs ev meheke dawî ye destûrê nadin ku stand bên vekirin û pankart bên daliqandin. Polîsan îro jî êrîşî endamên Kizil Bayrak û Yekîtiya Lîseyiyên Şoreşger kirin. Li ser nerazîbûna gel polîs mecbûr man paşve vekişin. Polîsan 8 ciwanên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.
MERSÎN
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê di serdagirtina malan de yeke jê zarok 5 kes hatin binçavkirin.
Li taxa Şevket Sumer a navçeya Akdenîz a Mêrsînê poîsan bi ser malan de girt û di encama serdagirtina malan de yeke jê zarok 5 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola tendûrîstiyê birin midûriyeta polîsan.
AMED
Li gel vê pêr Nûçegihanê Vîce News Jake Hanrahan, kameraman Jake Phîlîp Pendlebûry, tercumanê wan ê tê diyarkirin ku ji Silêmaniyê ye û rojnamevanekî biyanî yê navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.