Tîmên Taybet êrîşî taxên Esentepe û Esenyûrt ên Geverê dikin

Tîmên Tevgera Taybet ên li Geverê komkujî pêk anîn, niha jî li taxa Esentepe û Esenyurtê yên Geverê êrîşan pêk tînin. Ji ber êrîşên tîmên taybet şer derket û şer didome.

Tîmên Tevgera Taybet ên li Geverê komkujî pêk anîn, niha jî li taxa Esentepe û Esenyurtê yên Geverê êrîşan pêk tînin. Ji ber êrîşên tîmên taybet şer derket û şer didome.

Tevgera Tîmên Taybet ên Geverê, li taxên Orman, Mezarlik û Eskikişlayê operasyon pêk anîbûn. Tîmên Taybet 4 welatî qetil kiribûn û zêdeyî 20 welati jî birîndar kiribûn. Tevgera Tîmên Taybet niha jî li taxên Esentepe û Esenyurtê yên Geverê bi dehan maşîneyên zirxî li dor pira İpekyolu û Abdullah Cananê bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir. Tîmên taybet piştî êrîş kirin bi kepçeya zirxî xwestin têkevin nava taxê û ketober li ser welatiyên li taxan parastin dikin gule reşandin. Welatiyên parastina taxê dikin jî bersiv dan tîmên taybet û li taxê şer derket. Şerê li taxê didome.