Gerîlayê HPG’ê Yavûz ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin

Gerîlayê HPG’ê Sedat Yavûz (Dêrsim Norşên) ê li Xîzanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî li Şehîdgeha Xerzanê hat defnkirin.

Gerîlayê HPG’ê Sedat Yavûz (Dêrsm Norşên) ê li Xîzanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî li Şehîdgeha Xerzanê hat defnkirin.

Gerîlayê HPG’ê Sedat Yavûz (Dêrsim Norşên) ê berî niha bi du rojan di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji qada pevçûnê ji aliyê gel ve hat wergirtin, tevî hemû astengiyan jî li Şehîdgeha Xerzanê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin.

Danê sibehê bi hezaran kesên hatin qada pevçûnê ya jêre 9 Taş tê gotin, cenaze anîn navçeyê. Girseya bi sedan wesayîtan ber bi goristanê ve hereket kir, li Bajaroka Yolalan ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Welatiyên nerazîbûn nîşanî leşkeran dan, ambulansa cenaze têde di nav leşkeran der derbas kirin. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta li gundê Yukari Olek a li nêzî “Şehîdgeha Xerzan”, welatiyan cenazeyê gerılayê HPG’ê Yavûz hilgirtin ser milan û ber bi goristanê ve meşiyan. Bi hezaran kesên di nav wan de  malbata Yavûz, rêveberên ÎHD, KURDÎ-DER, MEYA-DER, DBP û HDP’ê û hevşaredar tevlî bûn.

Di merasîmê dirûşmên, "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana PKK" û "PKK gel e gel li vir e” hatin gotin. Piştî rêzgirtina li gel sirûda “Çerxa Şoreşê”, Enver Yavûz ê bavê gerîlayê HPG’ê Yavûz got: “Serê Serok Apo û gelê Kurd sax be. Şehîd namirin.”

Ap Tahîr Mete jî got: “Dêrsim stêrka azadiyê ye. Erdogan piştî di hilbijartinê de têk çû starta komkujiya li ser Kurdan da.”               

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bedlîsê Nazîme Arvas jî polîtîkayên ku AKP li ser Kurdistanê dimeşîne rexne kir û wiha axivî: “DAIŞ Erdogan e û li Kurdistanê komkujiyan dike.”

Piştî axaftinan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yavûz bi dûayan hat defnkirin.