Atalan: Li Cizîrê guman heye ku di nav tîmên taybet de endamên DAIŞ hebin!

Endamê heyeta HDP’ê Alî Atalan ku li Cizîrê lêkolînan dike got: “Kesên riha wan dirêj û bi dirûşmên DAIŞ’ê êrîşî gel dikin dişibin kesên li Rojava êrîşî gel dikin.”

Endamê heyeta HDP’ê Alî Atalan a li Cizîrê lêkolînan dike got: “Kesên riha wan dirêj û bi dirûşmên DAIŞ’ê êrîşî gel dikin dişibin kesên li Rojava êrîşî gel dikin.”

Parlamenterê HDP’ê yê, Êlihê Alî Atalan ê endamê heyeta HDP’ê ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku 2 jê zarok 4 kes ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin lêkolînan dike, diyar kir guman heye ku di nav tîmên taybet ên li kolanan gel gulebarankirin endamên DAIŞ’ê hebin.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan ê ji ANF’ê re axivî got, şahidên bûyerê diyar kirin ku hin kesên riha wan a wek DAIŞ’iyan, dirûşmên “Allahu ekber” digotin û bi maske hebûn. Atalan anî ziman tê xwestin komkujiya li Rojava rû daye li Bakurê Kurdistanê bê kirin.

Parlamenterê HDP’ê diyar kir ku hikûmeta AKP’ê û Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan li ser tevahî gelên Tirkiyeyê şer ferz dike, li hemberi van êrîşên li ser gel jî siyaseta demokratik roleke aktîf nalîze û wiha axivî: “Niha welatê me di bin dagirkeriya despotîzma AKP’ê de ye. Ev hikûmeta ku ne rewa ye biryara şerekî qirêj ê piştî hilbijartina da. Gelê Kurd mehkumî atmosfereke şer kirin û ji derveyî berxwedanê ti rê jêre nehiştin. Dil dixwest ku di destpêke de HDP, nûnerên siyaseta demokratîk bikaribana ji berxwedana vî gelî re pêşengtî bikirana. Di vê mijarê de em deyndarê lêborînê ne.  Di vê kêmasiyê de jî me xwestekên gelê Kurt ê aştiyê li ber çav girt. Ji ber ku gelê me jiyaneke wekhev û bi rûmet dixwest, em jî di bê pêvajoyê de bê deng man. Lê, ferzkirina AKP’ê ya şerê xwe yê qirêj, pêwîstî bi raperineke mezin derxist hole. Berevajî ev hikûmeta gayrîmeşrû ku hêviyê wê li ser şer e, hewldanên wê yên şerên birakujiyê di dawî nabe.”

Atalan destnîşan kir ku piştî binketina AKP’ê ya 7’ê Hezîranê xwest gelê Kurd bi hêza leşker û polîsan bitirsîne  û ji xwestekên wan ê mirovî bi rêya şerên qirêj dûr bixe, ji bo aştiyeke mayînde ji derveyî li qadan dengbilinkirinê ti şansên wan ên din nemaye.

Atalan got ku AKP ji bo çavên gel bitirsîne û ji bo destketiyên gel ji dest wan bigire tîmên taybet ên bi zîhniyeta faşîst li Kurdistanê bic ih kiriye. Atalan wiha dewam kir; “Nêzîkatiya van tîmên taybet ên ji bo şer bikin di nava gel de bi cih kirine xwedî nêzîkatiyên gestapo û JÎTEM’ê ne. Ev amûrên şer ên ku dijminahiya Kurdan di nava xwe de dihewînin bi dehan gelên sivîl qetil dikin û heyanî destûr nadin ku gel derkevin kolanan jî. Hewldana ku vî gelî ji nûnertiyê û rêbertiyê bêpar hiştinê mijara gotinê ye. Temaşe bikin qasî 4 mehane li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîda girankirî mijara gotinê ye.  Gelê me tevî biryara şer a AKP’ê û qesrê bi niyetek baş tevgeriya. Lê em weke HDP’ê li hemberî vê zîhniyeta ku mirovên sivîl qetil dike divê ji bo sekinandina vî şerî çi ji destê me bê kirin. Pir aşkera şansê me yê  em aştiyeke mayînde ya bi destê xwe û siberojeke li ser azadiya Rêbertiya Gelê Kurd ava bikin derketiye.”

Atalan anî ziman ku, agahiya ku di nava tîmên taybet de kesên ku Kurdî û Tirkî nizanîn hene û bi dirûşmên ‘Allah-û Ekber’ êrîşên gel kirine girtine. Atalan çavdêriyên xwe yên Cizîrê bi van gotinan anî ziman: “Me komkujiya Cizîrê yekser di cih de dît; Li Cizîrê bi pêkanînên rewşa awarte rêbazeke li hemberî gel xistin dewrê. Çawa pêkanînên 12’ê Îlonê li Kurdistanê hatibin jiyîn niha jî êrîşên li ser gel têne kirin. Sekvanên ku rûyê wan girtî yên li ser dezgeh û saziyên dewletê hatine bicihkirin mirovên ku di kolanan re derbas dibin gulebaran dikin. Li Cizîrê 2 zarok bi dûrbînê hatine hedefgirtin û qetilkirin. Niha li Cizîrê dewlet ji bo gel ji malên xwe dernekeve bi hemû pêkanînan êrîş dike. Em difikirin ku di nava vê pêkhateya ku êrîşî gel dike de endamên DAIŞ’ê jî hene. Ji ber ku di vê mijarê delîlên ku em yekser bûn şahidê wê mijara gotinê ne. Tîmên rûyê wan girtî li Farqînê jî bi dirûşmên ‘Allah-û Ekber’ li ser gel gule barandin, heman rêbaz li Cizîrê jî derket hole. Gotin û tevgera van dişibin tevger û gotinên DAIŞ’ê yên di dema êrîşan de. Bi aşkera xuya dike ku, bêyî Kurdî û Tirkî baxivin û bi gel re bikevin nava diyalogê de dirûşman qîr dikin û êrîşî gel dikin. Kesên ku riha wan dirêj û dirûşmên DAIŞ’ê dibêjin dişibin kesên ku li Rojava êrîşî gel dikin. Dawiya AKP’ê hatiye û ti gel seltanata Erdogan qebûl nake. Ji vir û şûn ve em ê jî hê xurtir guh bidin daxwazên azadiyê yên gelê me.”

...