Ji 4 gerîlayên çend roj berê li Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan 3 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gultekîn Bal (Raman Soro) jî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ber bi Êlihê ve derxistin rê.
Cenazeyê 4 gerîlayên HPG'ê yên rojên bihurî li herêma Rusor a Şirnexê piştî pevçûnê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan 3 cenaze ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê cenazeyên gerîlayên HPG'ê Gabar Tutuk (Botan Cûdî) û Musa Ongun (Kamuran Cûdî) ji aliyê malbatên ji Silopiya hat ve hatin wergirtin û cenazeyê Aysel Bor (Evîndar Gelî) jî malbata ji Geverê hat ve hat wergirtin.
Di dema cenaze ji morgê hatin wergirtin welatiyên li ber nexweşxaneyê kom bûn dirûşmên, "Şehîd namirin" berz kirin.
Cenazeyên Tutuk û Ongun li Silopiyê cenazeyê Bor jî wê li Geverê bên definkirin.
Hate zanîn ku di pevçûna li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê ya Amedê 2 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gultekîn Bal (Raman Soro) ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ber bi Êlihê ve derxistin rê.
Hate hînbûn ku 2 gerîlayên HPG'ê di pevçûna li sêgoşeya Licê-Hênê-Karaz ên Amedê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tên sekinandin. Malbata gerîlayê HPG'ê Gultekîn Bal (Raman Soro) a ku ji navçeya Hezo ya Êlihê hat cenaze teşhîs kir û cenaze ji nexweşxaneyê wergirt û ber bi Êlihê ve derxist rê.
Cenazeyê Gultekîn li Bîsmîlê bi giseye hat pêşwazîkirin û pişt re ber bi Hezo ve hat oxirkirin.