Komkujiya polîs û leşkerên Tirk a li Cizîrê hat şermezarkirin

Piştî merasîma cenazeyên 2 ji wan zarok 4 kesên li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatine qetilkirin, bi hezaran kes ber bi Avahiya Hikûmetê ya Cizîrê ve meşiyan û polîtîkayên komkujiyan protesto kirin.

Piştî merasîma cenazeyên 2 ji wan zarok 4 kesên li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatine qetilkirin, bi hezaran kesên ku di nav de parlamenterên HDP’ê jî hene ber bi Avahiya Hikûmetê ya Cizîrê ve meşiyan û polîtîkayên komkujiyan protesto kirin.

Baran Çagli yê 7 salî, Emîn Yanaş ê 10 salî, Eyûp Ergen ê 32 salî û Mesût Sanri yê 35 salî ku duh li navçeya Cizîr a Şirnexê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve hatibûn qetilkirin bi merasîmeke ku bi dehhezaran kes beşdar bûn hatin definkirin. Piştre girseyê ji bo şermezarkirina polîtîkayên komkujiyan ji goristanê heya Avahiya Hikûmetê ya li navenda bazarê meşiyan. Di meşa ku parlamenterên HDP’ê jî tevlî bûn dirûşmên, “Tolhildan”, “Şehîd Namirin” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin bilindkirin, li pêşiya meşê jî wêneyên welatiyên jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin.

Girseya ku hat pêşiya Avahiya Hikûmetê bi yek dengî bi awayê, “Qeymeqam îstîfa” hatin bilindkirin, gelek wesayîtên zirxî hatin cihê girse lê. Li ser navê girseyê Nûnerê ÎHD’ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pûsat daxuyaniyek kurt da anî ziman ku,komkujiya hat kirin nayê pejirandin û divê tavilê berpirsyar bên darizandin,  Waliyê Şirnexê û Qeymeqamê Cizîrê jî îstîfa bikin. Pûsat diyar kir ku wê di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de bi pêşengiya Saziyên Civaka Sivîl mitîngeke girseyî li dar bixin. Pûsat got ku divê gelê Cizîrê ji 7 salî heya 70 salî li qada mitîngê bin û daxwaza aştiyê bi awayekî herî xurt biqîrin.

Piştî daxuyaniyê girseyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî, derbasî mala taziyê ya ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane bû. Piştî serdana taziyeyê heyeta HDP’ê derbasî Taxa Nûr a bûyer lê qewimîn bû û lêkolîn pêk anî. Li ser navê heyeta HDP’ê Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim agahî da çapemeniyê. Yildirim got, li Cizîrê komkujiyek weke ya Roboskî û Zergelê hatiye kirin, sekvanan gel hedef girtine û gule li gel reşandine.

Yildirim  diyar kir bi ti şêweyî qetilkirina zarok û sivîlan nayê pejirandin û wiha dewam kir, “Em berpirsyarên vê komkujiyê şermezar dikin. Li vir di encama êrîşên ku di ti hiqûq û wijdanan de nîne 4 welatiyên me şehîd bûne. Dema ku pêxemberê me artêş rê dikir şer, ferman daye ku zarok û jinan biparêzin. Mixabin weke li Zergelê li Cizîrê jî zarokên sivîl û bêparastin hatine qetilkirin. Rayedar ji bo hevdîtinê bi me re çênekin telefonên xwe digirin. Em amade ne ji bo şer û mirinan çi ji destê me bê em bikin. Eger pêwîst bike, em amade ne bi Qendîlê re jî, bi Serokkomar û Serokwezîr re jî hevdîtinê pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê endamên heyetê ji taxê derketin û derbasî  avahiya HDP’ê ya navçeyê bûn.

Piştî daxuyaniyê di dema ku ciwan li ser Cadeya Yafesê belav dibûn de polîsan bi guleyên rastî êrîşî ciwanan kirin. Bi bersiva ciwanan re pevçûn derketin.  Di kolanên navber ên taxê de hîn jî pevçûn didomin.