Dîrok aciz bû xwe dubare bike

Gelê Şirnexê dema wê komkujiya mezin a sala 1992'an vedibêje, bi gotina "Hingî înternet tinebû, deng ji telefonan nedihat. Haya rojnameyan, televîzyonan jê hebûn, lê komkujî vedişartin" dest bi axaftinê dike.

Gelê Şirnexê dema wê komkujiya mezin a sala 1992'an vedibêje, bi gotina "Hingî înternet tinebû, deng ji telefonan nedihat. Haya rojnameyan, televîzyonan jê hebûn, lê komkujî vedişartin" dest bi axaftinê dike.

Heta dema nêz, ev analojiya bi saya kêmbûna dengê çekan li gorî salên 90'î, derket holê. Ji yên emrê wan biçûk re dihat gotin, 'Hûn pê nizanin, nayê bîra we, şensê we heye'. Ji mirovên li bajarên rojava rastî şîdeta polîsan re dihatin dihat gotin 'hemû salên me bi vî rengî derbas bûn'. Dema ev yek dihat bilêvkirin jî, mîna ku behsa demeke gelekî dûr û li paşmayî dihat kirin, bû. Mîna ku mafên xwe yên hatine qezençkirin hene, xwe xurt didît.

Di dema avêtina gavên destpêkê yên ji bo pêvajoya çareseriyê de, li ser girên bajêr, navçe, bajarok, gund û gundikan hatin çandin dest bi çêkirina kalekolan hat kirin. Dema dihat çêkirin jî gelê lê temaşe dikir digot, 'eger pêvajo biqede, ev kalekol wê bi rastî jî komkujiyê bikin'. Lê li aliyê din jî bi biryar digot, 'aştî vê carê ya wê were ya wê were."

Di nava van 3 salên bi hêviya aştiyê de, gelo dayikên Roboskî yên ji bo bîranîna zarokên xwe diçûn cihê lê hatine bombekirin, rastî gulereşandinê nehatin? Tevî ku bi hinceta çûyîna qaçaxiyê 'baca qereqolê' jê hat stendin jî, wesayîtên wan nehat gulereşandin? Belasebep çiya nehatin bombekirin? Ji ber tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn gelo mirov bi hinceta 'propaganda rêxistina terorê' nehatin girtin? Li hemberî gelê mafê xwe yê demokratîk li meydanan bikar dianîn guleyên rastî nehatin bikaranîn? Gelo li pêş çavên dê û bavan zarok, li pêş çavê zarokan dê û bav nehatin kuştin? Ev yek rewşa Şirnexê ya 3 salên dawî yên bi bendewariya aştiyê bû.

Tevî her tiştî jî gel tevlî hilbijartinê bû û li hemberî hewldanên çavtirsandinê yên DAIŞ, Hîzbûllah, nokerên wan, polîs, leşker û tîmên taybet, gel weke ku bersivê bide Mutabaqata Dolmabahçeyê çû ser sindoqan.

Gelê Şirnexê, tevî her tiştî jî bi hêviya ku careke din şer destpê neke, di asta herî bilind de tevlî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bû û 4 wekîlên xwe ji HDP'ê şand Meclîsê. Dibe ku texmîn nekiribû ku dengê daye HDP'ê wê weke fîşeka dewletê lê vegere. Bi kêfxweşiya derbasbûna ji benda hilbijartinê pîrozbahî lidar xist, dibe ku cara yekê xwe weke welatiyê wekhev ê vî welatî dît.

Xuyaye xwediyên desthilatdariyê ji vê hestê gelekî aciz bûn, ku heman piştî hilbijartinê li herêmê tedbîrên ewlekariyê zêde kirin, avêtin ser malan, bi hincetên bêbingeh re mirov girtin binê çavan û ew girtin.

Bi komkujiya 20'e Tîrmehê ya li Pirsûsê re ku bi dehan ciwan hatin qetilkirin AKP'ê starta şer bi komkujiyê re da û bi baweriya ku pêvajoya çareseriyê dengê wê kêm kiriye, rêbazên salên 90'î careke din anî bîra gelê Kurd.

Dema saet di 5 ê êvarê esnaf dikanê digire û bi lez û bez diçe malê. Park, bexçe, qehwexaneyên heta demeke nêz tijî mirov bûn, vala bûn. Ne li kolanan lampe vê dikevin, ne jî mirovekî li kolanan bigere heye. Saet di 9'ê êvarê de hemû lampeyên malan vedimirin.

Li bajarekî bifirikirin, ku her roj cenazeyekî radike, li ber deriyê nexweşxaneyê li benda ciwanekî xwe yê birîndar e û nobeda şehîdan digire, dema serê xwe bilind dike li ser serî helîkopter û balafirên şer digerin, dema reş dikeve erdê dengê şer dibihîze û agahiyên mirinan tê, bê xew radizê û bi heman rengî dest bi rojeke nû ya rûtîn dike.

Dema rewş bi vî rengî be, tiştekî din ê li ser were axaftin nîne, rojeveke din a pêwîst jî nîne. Bi awayekî bêçare ji hev pirsa 'li gorî te wê çi biqewime?' tê kirin. Gelo wê bi serhildanên mezintir çareser bibe? Bi bêdengiya li hemberî van hemûyan? Bersiv nîne.

Siyaset an jî gerîla wê çareser bike? Kîjan jê nehat ceribandin? Pêşeroja gel nediyar e, lê rastiya û li pêş çavan, serdanên bêdawî yên sersaxiyê ne.

Bi fîşekên AKP'ê yên pêr bi şev li geverê dest bi teqandinê kir, li Cizîrê belav bû û bi şev li Şirnexê bi dawî bû re, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên gerîlayan ên li vê hejmarê nayên zêdekirin jî, bi bêdengî li benda tespîta nasnameyê ne. Û mîna ku mirina gerîla mafdar e, di rojevê de jî nayê bicihkirin.

Medyaya çal a bi feraseta rojnamevaniyeke pêvedanînê tevdigere, her di nava çiravê de diçike. Nûçeyên li ser leşkerên hatine kuştin û birîndar bûne weke nûçeyên lezgîn derbas dike, lê darbesta biçûk a zarokekî 7 salî yê bi guleyan hat qetilkirin, nabîne. Jê were wê bêje 'PKK'ê ew kuşt'. Mîna salên 90'î. Hêza medya civakî di kêliyên bi vî rengî de bêhtir xurt dibe.

AKP a ku di dema hilbijaritnê de danasîna balafirên şer ên bi modela awî li bîllboardên Şirnexê kir, bi van razemeniyan têra xwe bersivê dide gel.

Di nava 3 salan de li ser her girî kalekolek, li ser her aveke biçûk bendav, 3 santralên termîk û razemeniya 4 santralên termîk, li navenda Cûdî tûnelek, madenên komirê yên bi kalîteya dereceya 6. ku derxistina wê jî qedexe ye, çiyayên bi heywanan hatin şewitandin, qadên leşkerî yên berfirehkirî, navenda tîmên taybet a 6 qatî ya ji 4 blokên cuda... AKP'ê gelek tişt ji bo Şirnexê kiriye ji xwe.

Vodafone, Avea, Turkcell jî saziyên sereke ne ku xwestin di vî şerî de bibin aliyek. Ev meheke 3G ji Şirnexê heta Rihayê, hemû xetên wê hatiye betalkirin.

...