Çeteyên El-Nusrayê bi hawanan êrîşî gundê Efrînê kirin

Komên çete yên Cebhet El-Nusra gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran dikin, di encamê de muxtarê gundê Mihemed Hisên û gelek kesên din birîndar bûn.

Komên çete yên Cebhet El-Nusra gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê topbaran dikin, di encamê de muxtarê gundê Mihemed Hisên û gelek kesên din birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan ANHA’yê saet derdora 18.40’an komên çete yên El-Nusra gundê Dêwa yê navçeya Cindirêsê yê  Efrînê topbaran dikin. Gundê ku 5 km nêzî kampa Atmê ya Îdlibê ye, di encamê de  muxtarê gund ê bi navê  Mihemed Hisên birîndar bûye. Topbaran hîn didome.

Di 26’ê Tebaxê de jî komên çete yên EL-Nusra gundê Dêr Belût ê li heman herêmê topbaran kirin û di encamê de jina bi navê Zozan Denklî ya ji gundê Dêr Belût birîndar bû.