Li Şirnex, Amed û Êlihê ji xizmên windayan çalakî

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Şirnexê çalakî li dar xistin. Di çalakiya Amedê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li Kurdistanê dide meşandin.

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Şirnexê çalakî li dar xistin. Di çalakiya Amedê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li Kurdistanê dide meşandin

AMED

ÎHD û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Di çalakiyê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê ku li Kurdistanê dide meşandin û wiha got: "Mekanîzmaya edaletê di bin fermana îktidara siyasî de ye. Em bi dewletekî polîsan re rûbirûne." Li Êlihê jî xizmên windayan çalakî li dar xistin.

ÎHD û xizmên windayan bi dirûşma "Bila winada bên dîtin û kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 342'an li ber ağabeydeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoliyê pêk hat. Beriya çalakiya rûniştinê Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ji bo aqûbetay windayan bê dîtin dê têkoşîna wan berdewam bike û wiha got: "Divê dewlet bi rastiyên xwe re rûbirû bibe." Bîlîcî balê kişand ser pêvajoya şer û wiha got: "Piştî rewşa pevçûnê binpêkirina mafên mirovan jî zêde bû. Divê dîsa di navbera aliyan de hevdîtin des pê bike."

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Dogan jî di çalakiyê de axivî û anî ziman ku yên ku hatine windakirin sûcê mirovahiyê ye û bi malbatên wan jî îşkece tê kirin û wiha got: "Heta jiyana mirovan nexin bi ewlehiyê û aqûeta windayan neyên zanîn dê têkoşîna me heta dawiyê berdewam bike."

Turkdogan diyar kir ku mekanîzmaya edaletê di bin îktidara siyasî de ye û bi dewletekî polîsan re rûbirûne û wiha dom kir: "Ji ber helwesta siyasî mirov tên girtin û ev yek jî bêedaletiyê."

Piştî Turkdogan Rêvebera Şaxa ÎHD'a Amedê Gulîstan Yalçindag Gençel axivî û çîroka Omer Sanir vegot. Yalçindag Gençel çîrokê wiha vegot: "Birayê Ahmet Sanir Omer Sanir ku di 27.01.2009'an de îfade dabû li gorî vê îfadeyê; Ahmet Sanir di sala 1979'an de ji dayik buye û tevî malbata xwe li gundê Kara ya girêdayê navenda Şirnaxê dijiya. Di meha Adara sala 1994'an de wesayitek ku marka wê Toros bûye Ahmet Sanar li ber çavên birayê wî Omer Sanar bi awayekî tund der kirine û piştre jî wi kirine wesayitê û ji gund birine. Pişti bûyerê malbata Sanir tevî keyayê gund, çûnê Fermandariya Qereqola Jandarmaya Tîpa Taybet a Neteweyî ya ku girêdayî Fermandariya Navendî ya Jandarmaya Şirnexê bû ye. Ên qereqolê ji malbatê re gotine Ahmet Sanir li vê derê ye. Piştî du roj şûn ve ku Ahmet Sanir hat windakirin, gundiyên ku li gundekî girêdayî Silopiyê dijîn diyar kirine ku kesekî bi wesayitek Torosê anîne Lokantaya Sînan û piştî çend deqe şûn ve dengê çekan hatiye. Li gorî vegotinên gundiyan ev kes piştî bûyerê ketine wesayitê û ji wê derê çûne. Li ser vê yekê gundê ketine lokantayê û kesekî ku hatiye kuştin li wê dîtine. Piştre welatî cenaze girtine û li gund defin kirine. Piştî ku malbata Sanir bûyerê bihîstiye çûye gund. Gundî cilên kesê ku hatiye qetilkirin ji malbatê re nîşan dayne û bi vê yekê teşhîr bûye ku ev cil aydê Ahmet Sanir e."

Piştî axaftinan 5 teqe çalakiya rûniştinê pêk hatiye.

ÊLIH

Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê yê Êlihê Îlyas Tarim diyar kir ku di salên 90'î de gelê kurd hatin windakirin û hatin qetilkirin û wiha got: "Şerê 90'î şerê me bû. Lê şerê îro şerê gelê Kurd nîn e. Ev şer şerê kesekî yêk desthilatdariyê ye."

Parlamenterê HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku kesên sivîl tên qetilkirin û wiha got: "Hêzên dewletê yên komkujiyan pêk tînin divê êdî dest ji vî karê qirêj berdin. Divê polîs û leşker jî weke Serbazê di merasîma cenazeyê birayê xwe de got 'Ev şer ê min nîn e'"

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ŞIRNEX

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windayiyan di hefteya 349'emin de li Kûçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiya heftane de nûnerê ÎHD Abdulkerim Pusat çiroka windakirina A.Selim Demîr û M.Şerif Ekin vegot û got dewlet li ser gelê Botanê şerekê qirêj dimeşine.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayiyan di hefteya 349'emin de ji bo aqûbeta kesên ji hêla JİTEM'ê ve hatine windakirin bipirsin li Kûçeya Hunerê hatin cem hev. Dayikên "Albuma şehidan" vekirin wêneyên kesên ji hêla JİTEM'ê ve hatine windakirin û qetilkirin hilgirtin. Di çalakiyê de saziyên weke ÎHD, MEYA-DER, KURDİ-DER, TUHAD-FED û malbata Eyup Ergen, Mesut Sanrı, Emin Yanaş û Baran Çağlı yên ji hêla polisan ve beri du rojan hatine qetilkirin amade bûn. Ser navê dayikan nûnerê Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) Abdulkerim Pusat çiroka windakirina A. Selam Demîr û M.Şerif Ekin yê di sala 1994'an de hatine windakirin vegot.

Pusat destnîşan kir ku di sala 1994'an de piştî pêvçûneke di navbêra gerila û leşkeran de diqewime leşker tên mala A.Selim Demîr ya li gundê Bana ji dayika wî av dixwazin. Pusat da zanin ku dema leşker dibinin ku A.Selim Demîr û M.Şerif Ekin li mal in wan binçav dikin. Pusat diyar kir ku dayika A.Selim Demîr ya leşkerên kurê wê binçav kirine dişopine û wiha axivî, "Dayik dibine ku leşker îşkenceyê li Demîr û Ekin dikin. Piştî dayik ji cihê bûyerê dûr dikeve leşker Demîr û Ekin dikujin. Leşker cenazeyên her duyan dibin cihê pêvçûn lê çêbûye." Pusat da zanin ku piştî malbatan cenazeyên xwe defin kirin jî leşkeran bi zorê ew jî gund derxistine.

Pusat piştî çirok vegot da zanin ku komkujiyên di salên 90'an de pêk hatin niha jî berdewam dikin. Pusat bibîr xist ku 4 welatî beri 2 rojan jî hêla polisan ve hatine qetil kirin û wiha got: "Hin kesan behsa pêvajoya çareseriyê dikir lê îro li ser gelê kurd faşizmê pêk tînin. Heke li vî welatî edalet hebe wê kujerên van 2 jê zarok 4 welatiyan werin aşkera kirin." Pusat bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, "Dewlet li serê Botanê şerekê qirêj dimeşine."

Piştî axiftinan dayikan 5 deqayan çalakiya rûniştinê pêk anîn. Piştî çalakiya rûniştinê girse bi meşeke bêdeng heta ber Mala Gel a Cûdî çûn û li vir sersaxî dan malbatên 4 welatiyên ji hêla polisan ve hatine qetilkirin.