Li Silopiya binçavkirin û girtin

Li Silopiyayê Rêveberê HDP'ê Yunus Takas hate binçavkirin û ciwanê bi navê Ridvan Tan jî hate girtin.

Li Silopiyayê Rêveberê HDP'ê Yunus Takas hate binçavkirin û ciwanê bi navê Ridvan Tan jî hate girtin.

Li navçeya Silopiya Şirnexê Rêveberê HDP'ê Yunus Takas di serdagirtina malê de saet nêzî 16.00'an  hate binçavkirin. Piştî polîsan bi ser malê de girt û li malê lêgerîn kirin Takas binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Silopiya. Sedema binçavkirina Takas nehat zanîn.

Ciwanê bi navê Ridvan Tan ê 2 roj e li Cizîrê hatibû binçavkirin piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Silopiya sewqî dozgeriya navçeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Tan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin û dadgehê jî piştî îfadeyan biryara girtina Tan da.

Hat diyarkirin ku Tan birine Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.