Piştî pêvajoya şer destpê kir û şûn ve li navenda giştî ya ÎHD'ê di dîroka navbera 21'ê Tîrmehê û 28 Tebaxê de raporek hat amadekirin di raporê de tê xuyakirin ku binçavkirin, girtin, der, îşkence, qetilkirina sivîlan û înfaz gihîştine asta lûtkeyê. Li gorî rapora ÎHD'ê di nava du mehên dawî de 2 hezar û 544 kes hatine binçavkirin, 338 kes jî hatine girtin. Dîsa di pêvajoya şer de 92 leşker û 38 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. Her wiha qetlîamên ku pêk tên wekî salên 90'î ye û di nav 2 mehên dawî de 47 kes hatine qetilkirin.
Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) beriya civîna xwe ya MYK'ê ya ku li Amedê pêk bîne, encama şerê di navbera 21'ê Tîrmehê û 28'ê Tebaxê de ku pêk hatiye ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ve aşkera kir.
DI NAVA 2 MEHÊN DAWÎ DE 2 HEZAR Û 544 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Serokê Giştî yê Navenda ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir di nava 2 mehên dawî de li Kurdistan û Tirkiyeyê ji aliyê polîs û tîmên taybet de di serdagirtinên ku pêk hatine de 111 zarok, 5 rojnamegerên biyanî ku şopdarin bi giştî 2 hezar û 544 kes hatine binçavkirin. Turkdogan da zanîn ku bi îdiya 136 kes ku endamên DAIŞ'ê ne, 22 kes ku endamên Cemaetê ne hatine binçavkirin. Her wiha 2 hezar û 386 kes jî bi îdiaya endamên "KCK-PKK'ê" ne hatine binçavkirin. Ji yên DAIŞ'ê 33 kes û ji cemaetê jî 4 kes hatine girtin. 301 kes jî ku bi hinceta endamên "KCK-PKK'ê" ne hatibûn binçavkirin hatin girtin û wiha got: "Ên ku hatin binçavkirin hema bêje piraniya wan rastî îşkence û pêkanînên dijmirovahî hatin. Ji aiyê navenda ÎHD'ê ve hatiye tespîtkirin ku 198 kes bi giranî birîndar bûne."
93 LEŞKER-POLÎS, 38 HPG'Î DI ŞER DE JIYANA XWE JI DEST DAN
Turkdogan anî ziman ku di pêvajoya şer de 166 polîs-leşker hatine birîndarkirin, 92 leşker-polîs û cerdevanek jiyana xwe ji dest dane. Di heman pêvajoyê de 38 HPG'î jiyana xwe ji dest dane. Di vê pêvajoya şer de sivîlek jiyana xwe ji dest da 34 sivîl jî bi giranî birîndar bûn.
'ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ ZÊDE BÛN'
Li Giresn, Ordu, Antalya, Eskîşehîr, Erzirom, Duzce, Enqere, Burdur, Bursa, Antalya û Konya û hinek navçeya êrîşên nîjadperestî yên li hemberî kurdan zêde bû.
Hin xalên ku di rapora ÎHD'ê de balê kişandin wiha ye:
*Ji ber qedexebûna weşanê mafê nûçegirtinê hatiye astengkirin. Her wiha bi biryara Dadgeha Cezayê ya Gulbaşi Sulhê înternet hatiye birîn.
*Bi taybetî jî li hemberî çapemeniya mualîf gef hatine kirin û destûr nehatiye dayîn ku nûçe bê çêkirin, her wiha hatine binçavkirin û rastî derpê hatine.
*Tundiya li ser zarokan zêde bûn. Bi taybetî jî li Amedê û Edeneyê zarok zêdetir rastî tundiyê hatin.
*Bi biryara Lijneya Wezaretan û biryara walîtiyan li Sêrt, Şirnex, Dêrsim, Agirî, Dîlok, Qers, Amed, Colemêrg û li gelek bajaran "Herêmên Ewlehiyê yên Taybet" hatine îlankirin.