KHS: Divê gelê me li hemberî qedexeyan li kolanên xwe xwedî derkeve
Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku bi berxwedanê piştgiriyê bidin bajarên Kurdistanê yên xwerêveberî hatiye îlankirin.
Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku bi berxwedanê piştgiriyê bidin bajarên Kurdistanê yên xwerêveberî hatiye îlankirin.
Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bang li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê kir ku bi berxwedanê piştgiriyê bidin bajarên Kurdistanê yên xwerêveberî hatiye îlankirin.
Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got: “Erdogan û hikûmeta AKP’ê ya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştî û demokrasiyê çareser nakin, ji 24’ê Tirmehê û vir ve li hember hemû gelê me biryara komkujî û qirkirinê girtine.”
Însîyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê destnîşan kir ku li hember vê jî gelê Kurd bi awayekî rewa îlana xwerêveberinê pêş xistine û wiha dewam kir: “Yekemîn nîşaneya çareseriyê xweparastin û xwerêvebirina gel e. Li hember vê çareseriya gelê me hikûmeta AKP’ê ya faşîst bi siyaseta xwe ya îmha û înkarê ketiyê êrîşeke topyekûn.”
Xwedîderketina gelê me ya bi berxwedana xwe ya bi heybet li xwerêveberiyê, li nasnama xwe, rûmeta xwe û bi giştî li nirxê xwe yên giştî bi çalakiyan nîşandan dîrokî ye. Ji niha û şûn ve ti hêzên faşîst nikarin teslîmiyet û koletiyê li ser gelê Kurd ên azad dibin ferz bikin.”
Însîyatîfa Gelê Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku divê Erdoganê faşîst û hevparê wî hikûmeta AKP’ê zanibe li hember her êrîş û teslîmîyetê gelê Kurd îro di serî de li Silopiya, Gever, Cizîr, Varto û Ferqînê wê li hember van êrîşan bi berxwedaneke qat bi qat bersiva xwe bibîne û bang welatparêzên gelê Kurd kir da ku li her bajarên êrîş lê heye biparêzin.
KHK got: “Duh sekna ku li Silopiya, Gimgim, Farqîn hatiye raberkirin, îro em banga bilindkirina wê li Gever û Cizîrê dikin” û wiha dewam kir: “Em bang gelê xwe dikin li hember qedexekirina derketina derve ya dewletê bi hezaran li kolanên xwe xwedî derkevin û bi çalakiyên xwe nîşan bide ku ev biryar êdî ji bo gelê Kurd bê wate ne.
Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li hember êrîşên Erdogan ê faşîst û hikûmeta AKP’ê yên li dijî Bakurê Kurdistanê baldar bin, li gel gelê me yê mazlûm cih bigirin, dengê xwe bilind bikin û xwedî li rûmeta mezin a mirovahiyê derkevin.”