Bi saetan mudaxeleyî ciwanê birîndar nekirin
Li Şirnexê ji ber polîsan êrîş birin ser ciwanên ku terora dewletê şermezar dikin pevçûn derketin, Sertaç Sapmaz ê 19 salî bi giranî birîndar bû. Bi saetan Sapmaz nehat tedawîkirin.
Li Şirnexê ji ber polîsan êrîş birin ser ciwanên ku terora dewletê şermezar dikin pevçûn derketin, Sertaç Sapmaz ê 19 salî bi giranî birîndar bû. Bi saetan Sapmaz nehat tedawîkirin.
Li Taxa Gazîpaşa ya Şirnexê polîsan êrîş bir ser ciwanên ku bûyerên li Cizîrê û Geverê protesto dikin. Di encama êrîşa polîsan de pevçûn derketin. Ciwanan bi xweparastinê bersiv dan polîsan. Di pevçûnên ku heta nîvê şevê dewam kirin, Seraç Sapmaz ê 19 salî bi guleyan giranî birîndar bû. Gel li serwîsa lezgîn 112 geriya, gotin ku birîndarek heye û pêwîst e bilez mudaxele bê kirin. Lê personelên serwîsa lezgîn bi hinceta ewlekariya canê wan nîne nehatin cihê bûyerê. Li ser vê yekê welatiyan Sertaç Sapmaz bi derfetên xwe birin nexweşxaneyê.
Dema ciwanê birîndar anîn nexweşxaneyê serwîsa lezgîn mudaxeleya yekemîn kir. Ciwanê ji şevê din ve li nexweşxaneyê ye nayê tedawîkirin, doktor li nexweşxaneya dewletê wezîfedarin jî diyar kirin ku tedawiya Sapmaz ne mimkun e li Şirnexê bê kirin û xwestin bê sewqkirin.
Ji ber Sapmaz heta danê nîvro li nexweşxaneyê hat hiştin, parlamenterên Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê yekê Sapmaz sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Amedê hat kirin.