Koordînasyona Meclîsên Rêveber ên Kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê, êrîşên dewleta AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin, ku hesabê komkujiyan ji Erdogan bipirse.
Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveberên 3 kantonên Rojavayê Kurdistanê der bar êrîşên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û qetilkirina sivîlan de daxuyaniyek niviskî weşand.
Di daxuyaniyê de îlana xwerêveberiyan û berxwedana gelê li Bakurê Kurdistanê hat silavkirin û hat gotin, "Hikûmeta AKP’ê siyaseta xwe ya dijberiya vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê didomîne û hewldanên xwe yên ji bo derxistina tevliheviya di navber hemû pêkhateyan de bê navber dewam dike. AKP’ê di rojên dawî de dest hemleya kuştin û girtina hezaran welatiyên sivîl ku ji jin, zarok pêk tê kiriye û li Gever, Cizîr, Şîrnex û hin bajarên din ên Bakurê Kurdistanê êrîşî gel dike.
Ev kiryarên dewleta Tirkiyê ya hovane zihniyeta wan a tinekirin û şovenîst a AKP’ê û têkçûna planên wan ên li Rojava derdixe holê. Em weke Koordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên 3 Kantonên Rojava êrîşên tinekirinê yên rejîma Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin. Em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyê dikin ku zextê li AKP’ê bikin da ku dawî li kiryarên xwe yên hovane bîne û dest ji piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê berde û vegerin pêvajoya aştiyê.
Em bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin piştgiriyê bidin gelê Bakurê Kurdistanê û hesap ji AKP’ê ya komkujiyan pêk tîne bipirsin û di dadgehên navneteweyî de bên dadgeh bikin.
Em sersaxiyê ji malbatên Şehîdên ku bi destê artêş û polîsên Tirkiyeyê hatin qetil kirin dixwazin û şîfayê ji birîndaran re hêvî dikin."