KCD-E: Divê tavilê siyasetmedarên Kurd serbest bêne berdan
Hevserokatiya KCD-E’yê diyar kir ku hikûmeta Elman girtina siyasetmedarên Kurd didomîne.
Hevserokatiya KCD-E’yê diyar kir ku hikûmeta Elman girtina siyasetmedarên Kurd didomîne.
Hevserokatiya KCD-E’yê der barê girtina siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak de daxuyaniyek da û got, “Banga me ji dewleta Elman re; bila dawî li operasyona li hemberî siyasetmedarên Kurd de bîne û siyasetmedarên hatine girtin tavilê serbest bên berdan.”
Hevserokatiya KCD-E’ê yê daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku dewleta Elman girtina siyasetmedarên Kurd didiomîne. Hat gotin ku dewleta Elman bi girtina siyasetmedarên gelê Kurd ên bi berdêlên giran têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin bi awayekî objektîf dewleta Tirk a dijminê demokrasiyê û çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê bi cesaret dike, zemîn ji pêşketin û bihêzbûna wan re ava dike.
KCD-E’yê diyar ku li hember Kurdên li Rojhilata Navîn di têkoşîna azadî û demokrasiyê de rola pêşeng dilîzin û bi hêzên di koalîsyona li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin di nava mijareke diyar de ne, di operasyona Elmanyayê ya li hemberî siyasetmedarên Kurd ji her alî ve xizmetê ji DAIŞ û dijminên demokrasiyê re dike.
Hevserokatiya KCD-E’yê diyar kir ku çawa ku ji beriya saluki girtina Mehmet Demîr, Ahmet Çelîk û herî dawiyê jî girtina siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak di çareseriya pirsgirêka Kurd de zehmetiyan çêdike, her wiha cesaretê dide konsepta komkujiyan a dewleta Tirk a li hemberî Kurdan de, di xala pêvajoya çareseriyê de handîkapan ava dike. Hevserokatiyê wiha dewam kir; “Em dixwazin siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak serbest bê berdan. Bedrettîn Kavak ji beriya niha 24 salan li zindanên Tirkiyeyê de bi îşkenceyên cur bi cur re rû bi rû maye û di encama van îşkenceyan de pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê jiyaye. Tevî ku Bedrettîn Kavak ji ber zilma Dewleta Tirk li Ewropayê di rewşa îltîcaya siyasî de bû jî lê rastî operasyonên siyasî yên dewleta Elman hatiye. Em diyar dikin ku ev operasyon hiqûqa îltîcayê binpê dike û operasyona li ser siyasetmedarê Kurd şermezar dikin.
Banga me ji dewleta Elman re bila dawî li operasyonên siyasî yên li ser siyasetmedarên Kurd bîne û siyasetmedarên ku girtîne tavilê serbest berde.
Hevserokatiyê got, “Banga me di serî de ji gelê me yê li Elmanyayê bi tevahî saziyên pêkhateyên KCD-E’yê yên li Ewropayê re xwedî li siyasetmedarên Kurd derkevin û em nîşan bidin ku bi mîlyonan Kurdên li Ewropayê her yek Mehmet Demîr, Ahmet Demîr û Bedrettîn Kavak in bikevin nava hewldanan û çalakiyên demokratîk bikin.”