Komkujiya Gever û Cizîrê li Wanê hat protestokirin

Gelê Wanê di pêşengiya rêxistina DBP'ê ya Îpekyolu de, terora dewletê ya li dijî gelê Gever û Cizîrê bi meşek girseyî şermezar kir.

Gelê Wanê di pêşengiya rêxistina DBP'ê ya Îpekyolu de, terora dewletê ya li dijî gelê Gever û Cizîrê bi meşek girseyî şermezar kir.

Rêxistina DBP'ê ya navçeya Îpekyolu, bi boneya êrîşên polîs, leşker û tîmên taybet ên li ser gelê Gever û Cizîrê şermezar bike li Taxa Sixke ya Îpekyolu meşek girseyî pêk anî. Girse li pêş Meclisa Gel a Demokratîk a Sixkê kom bû û heta dervê taxê meşiyan. Girsê di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê vekir û dirûşmên," Bijî serok Apo", " Bijî berxwedana Cizir û Geverê" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Di meşê de bi hezaran kes amade bûn û bi tilîliyan êrîş şermezar kirin. Gelê taxê jî di eywanan de piştgirî dan çalakiyê. Girseyê di meşê de bê navber ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm berz kir û dawî li çalakiyê anî.