Komkujiyên AKP’ê li Melbourne hatin protestokirin

Li bajarê Melbourne Awûstralyayê polîtîkayên şer û komkujiyên sivîlan ên AKP’ê hatin protestokirin.

Li bajarê Melbourne Awûstralyayê polîtîkayên şer û komkujiyên sivîlan ên AKP’ê hatin protestokirin.

Bi sedan kes tevlî çalakiya ku di pêşengiya Australian For Kurdistan (Ji bo Kurdistanê Awûstalyayî) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Victoria hat organîzekirin bûn. Socialîst Alliance (Hêzên Sosyalîst), Anarşîst, Navenda Çanda Anatolyayê, Komeleya Çand a Tirkiyeyiyan û Konseya  Civaka Elewiyan piştgirî da çalakiyê.

Di çalakiya ku li Navenda Federasyonê ya li bajêr destpê kir, destpêkê li ser navê Navenda Civaka Kurd Gulay Baykal axivî û got, “AKP’ê agirbesta yekalî ya PKK’ê beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê ragihand dema dît ku HDP’ê bendê derbas dike têk biriye, di pêvajoya hilbijartinê de ji sed û pêncî zêdetir êrîş li hemberî HDP’ê hatine kirin, tevî van jî dema ku HDP ji hilbijartinê bi serketineke mezin derket û planên Erdogan ên serokatiyê asteng kir, ev êrîş veguherîne şerekî topyekûn li hemberî gelê Kurd.

‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN’

Bi navê Hêzên Sosyalîst Kîeren Bennett û bi navê parêzerê mafê mirovan jî Jessîe Smîth û endamê Meclîsa Şaredariya Morelandê Sûe Bolton jî axaftinên kurt kirin û diyar kirin ku wê li rex têkoşîna gelê Kurd bin.

Li ser navê Komaleya Welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê  Nas Almarsi bal kişand ser komkujiyên dewleta Tirk û girîngiya yekbûn û yekîtiya Kurdên li her parçeyên welêt nîşan kir.

‘DIVÊ AKP’E DEST JI ŞER BERDE, DEST BI HEVDÎTINAN BIKE’

Piştî çalakiya 2 saetan dewam girse ji Meydana Federasyonê heta Pirtûkxaneya Neteweyî meşiya. Di meşê de hat xwestin şerê li hemberî Kurdan ên dewleta Tirk bi dawî bibe, hevdîtinên aştiyê destpê bikin û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.