Şehîdên Cizîrê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Bi dehhezaran welatiyên Cizîrê ku dikan girtin û neçûn kar, beşdarî merasîma 4 welatiyên polîsan qetil kirin bûn û cenazeyên 4 welatiyên sivîl defin kirin.

Bi dehhezaran welatiyên Cizîrê ku dikan girtin û neçûn kar, beşdarî merasîma 4 welatiyên polîsan qetil kirin bûn û cenazeyên 4 welatiyên sivîl defin kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan li ser gel gule reşandin û 4 welatî qetil kirin. Zarokên 10 salî Emîn Yanaş û yê 7 salî Baran Çagli, Ciwanê 27 salî Eyup Ergen û yê 39 salî Mesut Sanri ji morga nexweşxaneyê ya Amedê hatin girtin û li Cizîrê bi girseyî li Goristana Şehîd Bêrîvan hatin definkirin. 4 kesên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ji aliyê dehhezaran kesan ve hatin oxirkirin. Hevalên Hemşîre Eyup Ergen û hevalên xebatkarê TEDAŞ'ê Mesut Sanri jî tevlî meşê bûn. Bi dehhezaran kesên beşdarî meşê bûn dirûşma "Destê dirêjî xebatkarên tenduristiyê dibin bila bişkên" berz kirin. Girse ji nexweşxaneya dewletê heta Kolana Arîn Mîrxan meşiya. Girseyê wêneyên kesên hatine qetilkirin li sînga xwe xistin û heta goristanê meşiyan. Esnafan dikanên xwe girtin û welatî neçûn ser kar û beşdarî merasîma cenaze bûn. Girse ji Nexweşxaneya Dewletê heta Goristana Şehîd Bêrîvan meşiyan û li vir rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Wekilê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, diyar kir ku wê teqez hesap ji kesên van komkujiyê dikin bê pirsîn. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erdem jî anî ziman ku kedkarên tenduristiyê li hemberî vê qetilkirinê soza jiyanê didin û wiha got: "Endamê SES'ê hemşire Eyup Ergen saet û nîvekê birîndar di ambulansê de hat hiştin. Polîsan ambulans asteng kir û qetilkirina vekirî pêk anîn."

Girsê piştî 4 cenaze defin kirin, bi girseyî ber bi Qeymeqamiya Cizîrê ve meşiyan û komkujî şermezar kirin.