YJA Star Ayşe Bor û Fîgen Ereneşsû bibîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star gerîlayên YJA Star Ayşe Bor û Fîgen Ereneşsû bibîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star gerîlayên YJA Star Ayşe Bor û Fîgen Ereneşsû bibîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star gerîlayên YJA Star Ayşe Bor û Fîgen Ereneşsû bi bîr anî.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star a daxuyaniyek nivîskî weşand, gerîlayên YJA Star Ayşe Bor (Evîndar Gelî) û Fîgen Ereneşsû (Devrîm Dîgor) bi bîr anî.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku, gelê Kurd ê xwedî kevneşopiyeke mezin a berxwedanê îro di nava berxwedaneke hê mezintir de cih digire.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star destnîşan kir ku, komkujî û zilma kevneşopiya faşîst a AKP’ê , pir vekirî dide nîşandan ku wê êdî bi ti şêweyî tehemulî îradeya gelê Kurd neke. Fermandariyê diyar kir: “Artêşa faşîst û dewleta Tirk a li hemberî Tevgera Azadiyê di nava planeke îmha û tasfiyeyeke mezin de ye, li hemû herêmên Kurdistanê Rewşa Awarte îlan kiriye û êrîşên xwe domandiye. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê jî li hemberî van berxwedaneke mezin pêş xistine, hema hema li hemû herêmên Kurdistanê çalakî pêş xistine.
Hemû hevrêyên me yên ku di encama van çalakiyan de gihiştine şehadetê li gor ruhê demê tevgeriyane û qehremantiyeke mezin nîşan dane. Hevrê Evîndar Gelî jî yek ji van hevalan e. Roja 27’ê Tebaxê li herêma Besta bi hevrêyên xwe Devrîm Dîgor (Fîgen Erensû), Kamûran Cûdî (Mûsa Ongor) û Botan (Gabar Şûtûk) re hevala Evîndar jî gihiştiye şehadetê. Hevrê Evîndar salên dirêj li çiyayên azadiyê yên Kurdistanê jiya û şerê gerîla meşandiye. Bi awayekî herî çalak tevlî vê pêngavê bûye. Heval Evîndar xwe ji ti berpirsyarî û fedekariyê xwe nedaye paş.
Hevrê Evîndar a azadiya gelê Kurd ji hemû hedefan mezintir didît û li ser vî esasî tevlî jiyanê dibû, li gor felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, li hember hemû jiyana paşverû û koledar wek çalakiya herî mezin didît û li ser vî esasî dijiya, bûye hevrêyeke xwedî ruhê fedayî yê Bêrîtan û Zîlanan.
Dîsa hevrêya me Devrîm Dîgor tevî ku hê nû bû jî di demeke kurt de bi awayekî aktîf tevlî nav jiyana gerîla bû, bi hezkirin tevlî jiyana gerîla bûye, li hember pergalê bi awayê herî bi bandor xwe pêş xistiye. Ji bo êrîşên dijmin ên li hember gelê Kurd paşde bixe û awayekî herî aktîf tevlî pêngavê bûye û gihiştiye şehadetê.
Wek YJA Star em ê timî zanibin bibin hevrêyên şehîdên xwe û xwedî li mîrasa wan a ji me re hiştine derkevin. Li ser vî esasî di şexsê Şehîd Evîndar û Şehîd Devrîm de em careke din li hember bîranîna tevayî şehîdên xwe bi rêz xwe ditewînin.

Nasnav: Evîndar Gelî
Nav-Paşnav: Ayşe Bor
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Navê dayik-bav: Bese - Nurettîn
Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2015 / Şirnex
Nasnav: Devrîm Dîgor
Nav-Paşnav: Fîgen Ereneşsû
Cihê jidayikbûnê: Qers
Navê dayik-bav: Hanîfe - Tevfîk
Dîrok û cihê şehadetê: 26’ê Tebaxa 2015 / Şirnex.”