KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Taziyeya gerîlayê HPG’ê Bûlût bi girseyî hat ziyaretkirin
Taziyeya ji bo gerîlayê HPG’ê Latîf Bûlût (Brûsk Tolhildan) ê li Şengalê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hat ziyaretkirin. -
Ciwanan li Şirnexê li hember çawîşên pispor çalakî li dar xistin
Duh serê sibehê saet 07.00’an ciwanan li hember komeke çawîşên pispor ên diketin Tûgaya Çakirsû ya Şirnexê çalakî li dar xistin. -
Gerîlayan li hember leşkerên derketin operasyonê çalakiyek berfireh pêk anîn
Li hember leşkerên Tirk ên li qada Geliyê Doskî yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê derketin operasyonê gerîlayan çalakiyeke berfireh pêk anîn. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de gelek leşker hatine kuştin. -
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Sirînê hat astengkirin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê, du hewldanên êrîşan ên çeteyan hatine têkbirin û gelek çete hatine kuştin. -
Cara 6’emîn DÎHA hat astengkirin
TÎB di nava 40 rojan de 5 malperên DÎHA'yê girt û malpera www.diclehaber.info ku di seatên serê sibê dest bi weşanê kir piştî nîvro girt. -
Çalakiyên gerîla yên li hemberî qereqol û konvoyên leşkerî
Gerîlayên HPG'ê di 1'ê Îlonê de li hemberî 5 wesayîtên zirxî yên li nava Qereqola Garê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Di çalakiya li dijî konvoya ji 60 wesayîtan a ji Wanê diçû Colemêrgê de 2 wesayîtên zirxî hedef hatin girtin. -
Li herêmên gerîla tevgera keşfê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji ber êrîşa artêşa Tirk a bi obus û hawanan a li hember qada Şerîban a girêdayî Besta li eraziyê şewat derketiye. -
Emniyeta Wanê pankarta ‘Dest Nede Îradeya Min’ kom kir
Midûriyeta Emniyeta Wanê pankartên ‘Dest Nede Îradeya Min’ a bi armanca şermezarkirina girtina Hevşaredara Artemêtan Sevîl Rojbîn Çetîn li avahiyên xizmetê yên şaredariyê û taxan hatibûn daliqandin kom kir. -
Faşîstan êrîşî meşa dirêj kirin-HAT NÛKIRIN
Faşîstên Tirk, di dema bêhnvedana ji bo xwarinê de êrîşî meşa dirêj a ciwanên Kurd kirin. Komîteya Amadekar jî li dijî êrîşa faşîstan bang li hemû ciwanên Kurdistanî kir, ku beşdarî meşê bibin. -
Akel: Gelê Kurd di pêvajoyeke xwe birêvebirinê de ye
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel diyar kir ku modela xwerêveberiyê ji bo hemû gelan rêya rizgariyê ye û destnîşan kir ku fikarên Kurdan ên li hemberî mekanîzmayên dewletê zêde bûne. -
Yuksekdag malbata Ekîn Wan ziyaret kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, malbata gerîlaya HPG'ê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a meha derbasbûyî bi îşkenceyê ji aliyê artêşa Tirk ve hat qetilkirin û cenazeyê wê bi tazîkirinê hat teşhîrkirin, ziyaret kir. -
Meşa Dirêj a ciwanan dewam dike
Ciwanên Kurd li bajarê Remscheîdê meşa xwe didomînin. -
Nasnameyên 22 gerîlayan hatin aşkerakirin
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, nasnameyên 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir. -
Li Marsîlyayê ji jinan çalakiya aştiyê
Li Marsîlyayê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. -
Nasnameyên 2 gerîlayan hatin aşkerakirin
HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Şengalê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir. -
Adem Ûzûn: Kurd pêvajoya şoreşê dijîn
Endamê KNK'ê Adem Ûzûn destnîşan kir ku di van rojên neçareserî û şer tê ferzkirin de Kurd şoreşê dijîn û gelekî nêzî azadiyê ne. -
Meşa Dirêj di roja duyemîn de ye
Meşa Dirêj a bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad li bajarê Elmanya Wûppertalê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Meşvan îro saet di 09:00 de ji Remscheîdê meşa xwe dewam dikin û danê êvarê jî wê li ser dîroka Kurdistanê semînerek were dayîn. -
Koç: Li dijî faşîzmê em li Dusseldorfê bicivin
Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç banga tevlîbûna li 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got, "Ji bo azadiya Ocalan û avakirina neteweya demokratîk, em bi ruhê seferberiyê beşdarî 23. Festîvala Navneteweyî bibin." -
Li Cizîrê sewqiyata leşkerî
Li Cizîrê li hember polîsên tîmên taybet ên piştî sewqiyatê xwe li dibistanan bi cih kiribûn bi çekên lûledirêj û roketan êrîş pêk hat. -
Gerîlaya YJA Star Yildiz ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê gerîlaya YJA Star Sidika Yildiz (Destan Rustem) ya li navçeya Qisleyê jiyana xwe ji dest da li ser milên jinan li Elbakê ji bo koça xwe ya dawî hate oxirkirin. -
Colemêrg û Şirnex ji bo 1’ê Îlonê li qadan bûn
Li Colemêrg û Şirnexê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hatin organîzekirin. -
Li Silopiyayê kesek hate girtin
Li Silopiyayê ciwanê bi navê Sînan Akbaş hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. -
Li Hesekê protestoya tecrîdê
Li Hesekê di pêşengiya YCRK'ê bi sedan ciwanan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. -
YDG-H: Ti eleqeya me bi êrîşa li Şaredariya Cizîrê ya li dijî polîsan nîne
Yekîneyên Xweparastinê ya Cizîrê YDG-H, têkildarî êrîşa duh a li avahiya Şaredariya Cizîrê li dijî polîsên Tirk daxuyanî da got ku êrîş provokasyoneke aşkera ye û ti eleqeya wan bi vê êrîşê re nîne. -
Bi dehhezaran Kaval spartin axê
Cenazeyê Alî Kaval (18) ê li Geverê ji aliyê tîmên taybet ve hate qetilkirin ji aliyê dehhezaran kesan ve hate definkirin.