Li Cizîrê sewqiyata leşkerî

Li Cizîrê li hember polîsên tîmên taybet ên piştî sewqiyatê xwe li dibistanan bi cih kiribûn bi çekên lûledirêj û roketan êrîş pêk hat.

Li Cizîrê li hember polîsên tîmên taybet ên piştî sewqiyatê xwe li dibistanan bi cih kiribûn bi çekên lûledirêj û roketan êrîş pêk hat.

Îro ji Nisêbînê ber bi Cizîra Şirnexê ve 150 wesayîtên zirxî û 50 otobusên polîsên tîmên taybet têde çûn. Beşek ji van çûn navenda Şirnex û Silopiyayê, ên din jî xwe li dibistanan bi cih kirin. Polîsên bi maskeyên berfê û bi wan re çekên giran hebûn xwe li Lîseya Anadolu ya li Taxa Konakê û Lîseya Îmam Hatîba Taxa Yafesê bi cih kirin.

Danê êvarî li hember polîsên xwe li yurda xwendekaran a Taxa Yafesê bi cih kirine bi çêkên lûledirêj û roketan êrîş pêk hat û hate ragihandin ku ti mirin çênebûye.  Sewqiyata polîsan li bajêr didome, bi taritiyê re jî polîs li nêzî taxan bicihkirina xwe didomînin.

Li bajêr polîs bi wesayîtên zirxî dewriye digerin.