Taziyeya gerîlayê HPG’ê Bûlût bi girseyî hat ziyaretkirin

Taziyeya ji bo gerîlayê HPG’ê Latîf Bûlût (Brûsk Tolhildan) ê li Şengalê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hat ziyaretkirin.

Taziyeya ji bo gerîlayê HPG’ê Latîf Bûlût (Brûsk Tolhildan) ê li Şengalê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hat ziyaretkirin. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munîr Aras ê di taziyeyê de axivî got ku gelê Kurd ji derveyî polîtîkayên çeteyên tarî yên li Rojhilata Navîn û hêzên emperyal rêya 3’yemîn daniye holê û bûye hêviya azadiyê ya hemû gelan.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Latîf Bûlût (Brûsk Tolhildan) ê li Şengalê di pevçûneke li hember çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, li Taxa Karşiyakayê konê taziyeyê hat vedan. Ji bo ziyareta kon bi sedan kes li Rawestgeha Beşyol a Karşiyakayê kom bûn û bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û dirûşmên, “Qatil DAIŞ hevkar AKP”, “Şehîd namirin” meşiyan. Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamîyet Şahîn, Munîr Aras, rêveberên HDP a Wanê, Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê  Îbrahîm Alkan, Hevşaredarên navçeyan, endamên meclîsê, aktîvîstên KJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn.

‘EM BI ŞEHÎDAN BI RÛMET IN’

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan Serokê Şaxa MEYA-DER a Wanê Îbrahîm Alkan dest bi axaftinê kir. Alkan got ku gelê Kurd wek hinekan bi şehîdên xwe ‘kêfxweş’ nabe, lê bi wan bi rûmet dibe.

‘GELÊ KURD LI ROJHILATA NAVÎN BÛYE HÊVIYA JIYANEK AZAD Û NÛ’

Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Wanê Munîr Aras jî wiha axivî: “Tişta dikeve ser milên me jî şopandina rêya wan û pêkanîna aştî û azadiya di oxira wê de cane xwe dane. Ji ber vê divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin.”

‘BRÛSK KURÊ MIN BÛ LÊ ŞEHÎDÊ ME HEMÛYAN E’

Asker Bûlût ê bavê gerîlayê HPG’ê Latîf Bûlût jî got: “Hevalê Brûsk kurê min bû, lê şehîdê me hemûyan e. We bi parvekirina êşa min barekî giran ji ser min rakir. Bila serê gelê me û Rêber Apo sax be.”

Axaftina bav Bûlût bi çepikên li ser piyan bi dawî bû. Piştî axaftinan ziyareta taziyeyê bi dûayên bi dawî bû.

...