Ciwanan li Şirnexê li hember çawîşên pispor çalakî li dar xistin
Duh serê sibehê saet 07.00’an ciwanan li hember komeke çawîşên pispor ên diketin Tûgaya Çakirsû ya Şirnexê çalakî li dar xistin.
Duh serê sibehê saet 07.00’an ciwanan li hember komeke çawîşên pispor ên diketin Tûgaya Çakirsû ya Şirnexê çalakî li dar xistin.
Duh serê sibehê saet 07.00’an ciwanan li hember komeke çawîşên pispor ên diketin Tûgaya Çakirsû ya Şirnexê çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku ciwanan bi çekên ferdî pêk anîn, herî kêm 2 çawîşên pispor an jî leşker mirin, yek jê giran 2 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku duh serê sibehê saet 07.00’an ciwanan li hember komeke çawîşên pispor ên diketin Tûgaya Çakirsû ya Şirnexê çalakî li dar xistin. Di çalakiya ku ciwanan bi çekên ferdî pêk anîn, herî kêm 2 çawîşên pispor an jî leşker mirin, yek jê giran 2 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku duh êvarî saet 21.00 jî ciwanan di navbera taxên Cûmhûriyet û Dîcle yên Şirnexê de kontrola nasnameyan kirine. Hat diyarkirin ku çend çawîşên pispor hewl dane êrîşî ciwanan bikin, lê ciwanan bi çekên ferdî li çawîşên pispor dane. Li gor agahiyan her du çawîşên pispor jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku 31’ê Tebaxê êvarî li navenda navçeya Kopê ya Mûşê ciwanan rê girtine, xendek kolane û Taxa Şehîdlîk kirine bin kontrola xwe.
Hat ragihandin ku leşker û polîsên dewleta Tirk duh danê nîvro êrîşî ciwanan kirine, ciwanan jî bi molotofkokteyl, kevir û bombeyên deng bersiv dane.