Li herêmên gerîla tevgera keşfê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku ji ber êrîşa artêşa Tirk a bi obus û hawanan a li hember qada Şerîban a girêdayî Besta li eraziyê şewat derketiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku pêgerên hewayî yên artêşa Tirk li ser herêma Garê û Avaşîn ên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşf pêk anîne. Îro danê sibehe ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a obus û hawanan li hember qada Şerîban a Besta li eraziyê şewat derketiye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî keşf, êrîşên bi hawan û obusan ên artêşa ev agahî da: “1’ê Îlonê saet di navbera 1’ê Îlonê saet di navbera 05.00 - 06.00’an de li ser xeta Avaşîn, heman rojê di navbera saet 08.00 - 22.30 û 2’ê Îlonê saet 08.00 - 13.00 li ser Garê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyane.

1’ê Îlonê piştî nîvro saet di navbera 17.00 – 20.00’an de li qada Glîdag a girêdayî Bazid a Agirî pêgerên hewayî yên artêşa TC keşf pêk anîne.

31’ê Tebaxê saet di navbera 21.00 - 22.00’an de û 1’ê Îlonê saet 12.30’î artêşa Tirk a li derdora qada Şehîd Kendal a li ser xeta sînorê herêma Heftanîn li hember qada Deriyê Dawetiya bi topan bomberdûmanek pêk aniye.

1’ê Îlonê saet di navbera 14.30 - 15.00’an de qereqola Erîş a li ser xeta herêma Zapê; gir û qûntarê Xeregol bi obus û hawanan bombe kiriye.

2’ê Îlonê saet 09.00’an li hember qada Şerîban a girêdayî Besta ya Şirnexê qereqola Çelê Nimija bi obus û hawanan bomberdûmanek pêk aniye. Di vê bomberdûmanê de li eraziyê şewat derketiye.”