Adem Ûzûn: Kurd pêvajoya şoreşê dijîn
Endamê KNK'ê Adem Ûzûn destnîşan kir ku di van rojên neçareserî û şer tê ferzkirin de Kurd şoreşê dijîn û gelekî nêzî azadiyê ne.
Endamê KNK'ê Adem Ûzûn destnîşan kir ku di van rojên neçareserî û şer tê ferzkirin de Kurd şoreşê dijîn û gelekî nêzî azadiyê ne.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn destnîşan kir ku di van rojên neçareserî û şer tê ferzkirin de Kurd şoreşê dijîn û gelekî nêzî azadiyê ne.
Adem Ûzûn beşdarî civîna gel a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li paytexta Danîmarka Kopenhagenê bû. Ûzûn pêvajoya heyî û hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nirxand.
Ûzûn diyar kir ku ku di van rojên hikûmeta AKP'ê neçareserî û şer ferz dike de Kurd şoreşê dijîn û gelekî nêzî azadiyê ne.
'ÇARESERÎ HEBÛ, LÊ HER TIM NEÇARESERÎ FERZ KIRIN'
Endamê KNK'ê Ûzûn da xuyakirin ku ji hevdîtinên Oslo yên sala 2009'an û vir ve, hem KCK'ê hem jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek rêyên çareseriyê pêşkêşî hikûmeta AKP'ê kirine, lê belê AKP û Erdogan her carê mase qelibandine.
Ûzûn da zanîn ku di hevdîtinên Oslo de, piştî pêvajoya du salan a ji salên 2009 heta 2011'an, bi heyeta dewletê re li ser nexşeyeke rê wan li hev kiribû û li bendê bûn ku hikûmet der barê vê de biryarekê bide, lê belê piştî hefteyekê Erdogan bi gotina "Eger ez di wê demê de li desthilatdariyê bûma minê Ocalan îdam kiribû" pêvajoya çareseriyê hilweşandiye.
Adem Ûzûn bibîr xist ku hikûmeta AKP'ê ya pêvajoya Oslo tine kir, di sala 2011'an de li dijî Kurdan dest bi şerê topyekûn kir û anî ziman ku dema dîtin ji şer encamek nayê, hikûmetê bi Ocalan re dest bi hevdîtinan kiriye. Ûzûn da zanîn ku tevî niyeta baş a Ocalan û helwesta çêker jî, hikûmeta AKP'ê xwestiye heta hilbijartinên 2015'an mijûl bike û Kurdan bixapîne.
Adem Ûzûn di dewama axaftina xwe de got, "Lê belê di rewşa heyî de, tevgereke ewçend hatiye rûniştandin, ne pêkane êdî rastî zextan bê" û anî ziman ku şoreş tê jiyîn. Ûzûn bang li tevahiya Kurdan kir ku di van rojan de ji bo jiyaneke nû û azadiyê, hîn bêhtir bi awayekî çalak têbikoş in.
'HERÊMÊN EWLEKARIYA TAYBET PROJEYA ASTENGKIRINA HDP'Ê YE'
Adem Ûzûn bibîr xist ku AKP û hikûmeta Erdogan a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çûn li Kuridstanê bi qasî 250 herêm weke "herêma ewlekariyê" îlan kirine û diyar kir ku tê xwestin sindoqên hilbijartinê yên li Kurdistanê radestî leşkeran bê kirin.
Ûzûn da xuyakirin, ku HDP û Kurdan êdî berê xwe dane desthilatdariya li Tirkiyeyê û ji hemû Kurdan xwest, ku xwedî li doza xwe derkevin. Ûzûn herî dawî got, "Divê em bi du sê qatê kapasîteya xwe bixebitin."