Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç banga tevlîbûna li 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî kir û got, "Ji bo azadiya Ocalan û avabûna neteweya demokratîk, em bi ruhê seferberiyê beşdarî 23. Festîvala Navneteweyî bibin. Divê festîval bi ruhê serhildanê pêk were."
23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî di 5'ê Îlonê roja Şemiyê de li bajarê Elmanya Dusseldorfê tê lidarxistin. Festîval bi hevkariya NAV-DEM û Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê ve tê organîzekirin. Dirûşmeyên îsal ên festîvalê "Bi Rêberê azad re em neteweya demokratîk ava bikin", "Em ê rê nedin faşîzmê" ne.
Ji organîzatorên festîvalê Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç ji ANF'ê re axivî û bang li hemû gelên li Ewropayê dijîn kir, ku beşdarî festîvalê bibin.
'EM DI DEMEKE DÎROKÎ DE FESTÎVALÊ LIDAR DIXIN'
Yuksel Koç da xuyakirin ku ew di demeke dîrokî re derbas dibin û got, "Weke Kurdên li Ewropayê, em di demeke dîrokî de 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî lidar dixin. Ji ber vê yekê rojên gelekî bi wate ne. Hem li Rojava hem jî li Bakurê Kurdistanê gelê me ji bo xwerêvebirinê li ser piya ye. Li gelek bajarên Kurdistanê xwerêveberî tên damezrandin. Gelê me ji her demên dîrokê bêhtir niha nêzî azadiyê ye. Şiyar û peyama me ya festîvala îsal jî wê di vê çarçoveyê de be."
Koç di dewama axaftina xwe de got, "AKP, piştî têkçûna li Rojava, Kobanê û derba mezin a di 7'ê Hezîranê de xwar dîn û har bû û li çiyê li dijî gerîlayên Kurd, li bajaran jî li hemberî siyaseta Kurd a sivîl dest bi şerekî qirêj ê topyekûn kir. AKP a Kurdistan veguherand qada şer, hewl dide di 1'ê Mijdarê de têkçûna xwe telafî bike. Lê belê ev daxwaz wê di qirika AKP'ê de bimîne. Ji 7'ê Hezîranê xerabtir wê têk biçe. AKP wê êdî di nava dîrokê de winda bibe."
Koç da zanîn ku xebatên ji nû ve avakirina Rojava dewam dike û got, "Di dema festîvala par de li hemberî Kobanê êrîşa DAIŞ'ê hebû. Rojava bi xeteriyeke gelekî mezin re rû bi rû bû. Lê belê em îro serketina Kobanê pîroz dikin. Em şoreşê silav dikin. Her wiha em daxwaza xwerêvebirinê ya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Di vê festîvalê de em ê vê yekê bilêv bikin."
'DIVÊ EM BI HEMÛ HÊZA XWE TEVBIGERIN'
Koç anî ziman ku ji bo serketina berxwedana Şengalê, ji nû ve avakirina Rojava bi taybetî jî Kobanê û demokratîkbûyîna Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn berpirsyariyên wan girantir bûne û destnîşan kir ku ji bo paradîgmaya nû ya jiyaneke azad û wekhev pêşkêşî hemû gel û baweriyan dike bikeve meriyetê, girîng e hewldanên hevpar veguherin hevkariyeke stratejîk.
Koç got, "Ji bo azadiya afirînerê aştî û demokrasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina neteweya demokratîk, divê em bi ruhê seferberiyê beşdarî 23. Festîvala Navneteweyî bibin. Girîng e festîval bi ruhekî serhildanê pêk were. Bersiva herî bi bandor a li êrîşên li hemberî Bakurê Kurdistanê, bi beşdariyeke xurt a li festîvalê dibe. Pêwîste Navendên Civaka Demokratîk, Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê û Yekîtiya Hêzê hemû pêkhateyên xwe beşdarî festîvala îsal bikin. Divê em bi hemû hêza xwe tevbigerin."
REXNEYÊN TUND LI ELMANYAYÊ HAT KIRIN
Hevserokê NAV-DEM'ê helwesta dewleta Elman a demên dawî li hemberî siyasetmedarên Kurd nîşan dide rexne kir û ev yek weke durûtiyê pênase kir. Koç diyar kir ku Elmanya li aliyekî radigihîne ku ew li dijî DAIŞ'ê û AKP'ê ye û got, "Li aliyê din jî zextê li siyasetmedarên Kurd dike. Serokê berê yê YEK-KOM'ê û endamê Desteya Rêveber a NAV-DEM'ê Ahmet Çelîk girtiye, li girtîgehê bi cih kiriye. Herî dawî siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak girt. Ceza li Mehmet Demîr hat birîn. Ev polîtîka helwest û nêzîkatiyên kêfî ne ku pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd digirin. Divê hevalên me tavilê serbest bên berdan û qedexeya li ser PKK'ê were rakirin."
'MEJIYÊ AKP Û DAIŞ'Ê YEK E'
Koç got, "DAIŞ bûye belayê serê Rojhilata Navîn, AKP jî bûye belayê serê Tirkiyeyê. Mejiyê herduyan yek e" û ev xal destnîşan kir: "Tevgera azadiyê îro li dijî herdu mejiyan têkoşîneke bê eman a demokrasî û azadiyê dimeşîne. Divê hemû derdorên demokratîk jî bi awayekî aktîf tevlî vê têkoşînê bibin. Çawa ku di 7'ê Hezîranê de weke gel me Recep Tayyîp Erdogan nekir serok, em ê bi he re têkoşîna demokrasiyê xurt bikin. Bi vê şiyarê di 23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî de Elewî, Êzidî, Misilman, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Elman, Ermenî em ê li dijî faşîzmê derkevin û Dusseldorfê veguherînin qada şahiya gelan. Divê her kes bi vê şiyarê beşdarî festîvalê bibe."
Koç da xuyakirin ku ew ê di festîvalê de ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê starta xebatên li Ewropayê bidin.
BERNAMEYA FESTÎVALÊ
23. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û ji Şengal û Rojavayê Kurdistanê qiseker lê amade bin, xwedî bernameyeke bi vî rengî ya çandê ye:
-Koma Berxwedan
-Koma Jinên Tev Çand
-Rojan
-Grup Vardiya
-Koma Latîn Amerîka
-Koroya Zarokan
-Tahsîn Xidir
-Govend
Navnîşana Festîvalê bi vî rengî ye: Düsseldorf Rheinwiese (Kaiser-Wilheim-Ring) 40545 Düsseldorf.