Emniyeta Wanê pankarta ‘Dest Nede Îradeya Min’ kom kir

Midûriyeta Emniyeta Wanê pankartên ‘Dest Nede Îradeya Min’ a bi armanca şermezarkirina girtina Hevşaredara Artemêtan Sevîl Rojbîn Çetîn li avahiyên xizmetê yên şaredariyê û taxan hatibûn daliqandin kom kir.

Bi armanca şermezarkirina Hevşaredara Artemêtan Sevîl Rojbîn Çetîn, li avahiyên xizmetê yên şaredariyê û li taxên navçeyê pankarta, ‘Dest Nede Îradeya Min’ a wêneyên Çetîn jî li ser hatin daliqandin. Li ser vê yekê Midûriyeta Emniyeta Wanê ya ket nav tevgerê bi hinceta ‘Pesn û propagandaya sûc û sûcdar kirine’ pankart kom kirin û birin Midûriyeta Emniyetê.

Bi vî awayî Midûriyeta Emniyetê ya Wanê Sevîl Rojbîn Çetîn ya hefteya bihûrî hat binçavkirin û hê der heqê wê de ti mehkumiyetek nîne beriya derkeve dadgehê sûcdar îlan kir.

'EV KEYFIYET Û BÊTEHEMÛLÎ YE'

Parêzerê Çetîn Cemal Demîr ê têkildarî mijarê daxuyanî da got: “Ev keyfiyeteke, bêtehemûlî ye… Bi îdîaya sûc û sûcdariyê jî ku hatine komkirin îxlala karîneya masûmiyetê ya rêgezeke gerdûnî ye. Têkildarî vê mijarê serlêdanên pêwîst wê bên kirin.”