Akel: Gelê Kurd di pêvajoyeke xwe birêvebirinê de ye
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel diyar kir ku modela xwerêveberiyê ji bo hemû gelan rêya rizgariyê ye û destnîşan kir ku fikarên Kurdan ên li hemberî mekanîzmayên dewletê zêde bûne.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel diyar kir ku modela xwerêveberiyê ji bo hemû gelan rêya rizgariyê ye û destnîşan kir ku fikarên Kurdan ên li hemberî mekanîzmayên dewletê zêde bûne.
Nerazîbûna li hikûmeta AKP'ê ya dawî li rewşa agirbestê anî, dewam dike. Li hemberî polîtîkayên şer ên hikûmeta AKP'ê ku welêt ber bi şerekî navxweyî ve dehf dide, gel modelên xwe yên alternatîf diafirînin. Meclîsên Gel ên ku li gelek bajaran xwerêveberî ragihandin, biryar dan ku saziyên dewletê yên di bin îdareya AKP'ê de ne, nas nekin.
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî.
Akel anî ziman ku gel dixwaze bi biryara xwe re jiyana xwe organîze bike, bi nasnameya xwe, bi nêrîna xwe ya azad re bijî û destnÎşan kir, ku xwerêveberî demokrasî bi xwe ye.
Akel bibîr xist, ku piştî komkujiya li Pirsûsê li Kurdistanê şerekî mezin hat destpêkirin û got, "Bi polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê re amûra zordarî û zextê ya dewletê li dijî gel ket dewrê. Gel jî li hemberî vê refleksek nîşan da. Tevgera Azadiyê ya Kurd ji sala 2005'an û vir ve siyaseta xweser a demokratîk weke armanc daniye pêşiya xwe û dimeşîne. Gelên ji vê tevgerê bawer dikin, xwedî feraseta rêveberiya bi sîstema xweser a demokratîk in. Ev yek wê demekê biajo. Biryarên di sala 2005'an de hatin wergirtin, di sala 2008'an de li kolan û taxan weke meclîsên komunan hat birêxistinkirin û bi vê rêxistinbûyînê re organîzasyoneke jiyanê hat avakirin. Ev pêvajoyeke girîng bû, pêvajoyeke ku heta roja îro dewam dike. Lê belê bi rûdana şer re, Meclîsên Taxan, Meclîsên Bajêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê aşkera kirin. Gel li dijî şerê hat şidandin, li dijî pêvajoya pevçûnan, refleksek nîşan da, nerazîbûna xwe nîşan da, got, 'Ez ê jiyana xwe bi hêza xwe bimeşînim, ji ber ku mekanîzma û saziyên dewletê bi zordariyê hewl dide min bi rêve bibin."
Akel da zanîn ku ev îlan hem refleksek hem jî beyana vîn û niyetekê ye û got: "Ji ber vê yekê em vê weke pêvajoyekê dibînin. Hem biryarek hebû ku li dijî polîtîkayên şer bi hêza xwe, bi rêveberiya xwe jiyana xwe bidomîne, hem jî li hemberî şeklê rêveberiya navendîparêz, lêgerîneke pêvajoyê ye."
Akel bal kişand ser gefên AKP'ê yên li hemberî gel û ev xal destnîşan kir: "Li dijî van hemûyan, nîşandana helwesta gel, ya ku diviyabû bihata kirin e. Me hemûyan li Kobanê dîtin. Îro jî li Farqîn, Cizîr, Silopiya, Cizîr û Geverê, li Gimgimê tê dîtin. Yên li vir diqewimin, ji yên li Kobanê cudatir nîne. Dîmenên hov û tirsnak ên şer bûn. Êdî li hemberî bajaran, li hemberî sivîlan, zarokan û jinan hewldanên komkujiyê, hewldanên înfazê hene. Em vê îlana gelê Kurd weke refleksek ji bo parastina hebûna xwe, nasnameya xwe û jiyana bi statuya xwe dibînin. Bê guman ev yek wê dewam bike. Di polîtîya rêveberiyên herêmî ya rêziknameya partiya me de jî, li şûna rêveberiya li Enqereyê ya li dora maseyê, daxwaza rêveberiya ji xwecihî, ji kolan û taxan heye."
'DEWLET BI POLÎTÎKAYA XWE RE HERÊMA ME XIZAN DIKE'
Hevşaredar Akel der barê polîtîkayên dewletê yên xizankirina herêmên Bakurê Kurdistanê de ev nirxandin kir:
"Bikaranîna çavkaniyên herêmî, ji ber vê ve yek ji daxwazên bingehîn ên gel bû. Di demên cuda de bi navê 'em ax, av û enerjiya xwe bikin komun' komxebat hatin lidarxistin. Ji bo meşandina polîtîkayên ekolojîk di nava gel de nîqaş tên kirin. Bi taybetî li Êlihê. Ji aliyê petrol, dewlemendiyên ser û binê erdê ve Êlih yek ji bajarekî girîng e. Lê belê bandora vê a aborî li bajêr nabe. Em rêveberiyên herêmî jî, gel jî di dema derxistina petrolê de yên herî zêde zerarê dibînin e. Lê ji aliyê aboriyê ve pertrol ji bajarên rojava re tê herikandin. Li gorî me, ev yek polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandin e. Gotin rast be; ev der erdnîgariyeke ku xizanî weke çarenûsê hatiye destnîşankirin e. Bi polîtîkayên dewletê re herêma me tê xizanin û gelekî bi birçîbûnê re rû bi rû tê afirandin. Ji ber vê yekê em dibêjin Şertê Xweseriyê, em dibêjin vekirina çavkaniyên herêmî ji gelê li herêmê re. Bê guman em vê yekê li gorî pîvanên ekolojîk dinirxînin."
'AKP ALÎGIRÊ DOMANDINA ŞER E'
Akel ji bo 'pêvajoya çareseriyê' ya ji aliyê AKP'ê ve hat qedandin jî ev nirxandin kir:
"Bi banga Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan em ketin nava pêvajoyekê. Bi qasî 2 salan hem gelê Kurdistanê hem bloka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê bala xwe li ser aştî û çareseriyê bûn. Têkoşîna aştiyê hat meşandin. Lê mixabin beriya hilbijartinê bi şidandina tecrîda li ser Birêz Ocalan, qetilkirina mirovên sivîl û komkujiyan Pirsûsê re derket holê ku hikûmetê şer îlan kiriye. Îlana xwerêveberiyê jî weke nerazîbûnek, refleksek li vê derket holê. Gelê ku li mala xwe li kolana xwe jiyana xwe didoman, rastî êrîşê, înfazê hat. Bêyî emr û zayenda mirov, sivîl hatin înfazkirin. Li Cizîrê, li Gimgimê em bi serê me de hat. Îşkenceya li bedena gerîlaya jin hat kirin, bêsînoriya vî şerî radist pêş çavan. Gel ji vê bi fikar e, qebûl nake ku sazî û mekanîzmayên dewletê mirovan bikujin, qetil bikin û hiqûqê tine bihesibînin. Û bi biryar e ku li dijî amûra zordariyê ya dewletê, jiyana xwe bidomîne. Li dijî rêveberiya navendîparêziyê, rêveberiya ji herêmê danî pêşiya xwe. Di vê mijarê de gel wê qezenç bikin. Wê siyasetmedarên alîgirê aştî û demokrasiyê biaxivin. Bi ragirtina siyasetmedarên vîna vî gelî re ew nikarin çareseriyê biafirînin. Ev girtin, binçavkirin û înfaz dewama daxwaza vî şerî ye. Li şûna şer ji bo axaftina li ser aştiyê divê siyaseta demokratîk were mezinkirin. Hûn rabigin siyasetmedaran bigirin, wê kî binîne ji bo axaftinê? Kes wê nemîne û ji bo aştî pêk neyê, di şer de israr dikin."