Meşa Dirêj a bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad li bajarê Elmanya Wûppertalê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Meşvan îro saet di 09:00 de ji Remscheîdê meşa xwe dewam dikin û danê êvarê jî wê li ser dîroka Kurdistanê semînerek were dayîn.
ANF
WÛPPERTAL
çarşem, 2 rezberê 2015, 07:02
Meşa Dirêj a bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad li bajarê Elmanya Wûppertalê destpê kir, di roja duyemîn de ye. Meşvan îro saet di 09:00 de ji Remscheîdê meşa xwe dewam dikin û danê êvarê jî wê li ser dîroka Kurdistanê semînerek were dayîn.
Di roja yekemîn a meşa dirêj de, ku bi dirûşmeya "Xwedî derkeve" duh bi bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad destpê kir, ciwan bi 13 kîlometreyan meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Jin jiyan azadî", "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn. Di axaftinên li meşê de bal hat kişandin ser girîngiya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê.
Meşvanên di çalakiyê de rastî êrîşên nîjadperestî hatin bi gotina "Di rojeke bi vî rengî de her gava em diavêjin gavek ji bo azadî û aştiyê ye" hewldanên provokasyonê pûç kirin.
Ciwan li dû meşê li Navenda Çanda Kurd a Wûppertalê civiyan û der barê meşê de li sînevîzyonê temaşe kirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cîhan Sînemîlî) ê di 27'ê Tebaxê de li Merke ya Erzînganê di dema operasyona artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, bibîr anîn.
Ji Jinên Ciwanên Azad Rûken Kabalak ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tevî şert û mercên neyînî yên hewayê û hewldanên provokasyonê yên faşîstan jî, meşa wan bi motîvasyoneke xurt û bi coş dewam dike. Kabalak got, "Ji bo xwedîderketina li Rêbertî, şehîdan û nirxên me, em bang li ciwanan dikin ku tevlî meşa me bibin."
Ji beşdarên meşa dirêj Hêvîdar Demîrel jî got, "Meşa me meşek ji bo azadiyê ye. Di nava civakan de vîna jin û ciwanan tine tê hesibandin. Lê belê bi Ocalan re di nava civaka Kurd girîngiya vîna jin û zarokan derket pêş. Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin."
Demîrel bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn kir ku xwedî li xwerêveberiya ciwanên li Kurdistanê derkevin û beşdarî çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîd û komkujiyan bibin.