Colemêrg û Şirnex ji bo 1’ê Îlonê li qadan bûn

Li Colemêrg û Şirnexê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hatin organîzekirin.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê di meşa ku bi munasebeta 1’ê Îlonê hate lidarxistin de banga xurtkirina têkoşîna aştî demokrasiyê hate kirin.

Pêkhateyên Demokrasî û Kedê yên Colemêrgê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş li dar xistin û daxuyanî dan. Meş ji ber avahiya KESK’ê destpê kir û heya ber avahiya şaredariyê berdewam kir. Di meşe li gel pankarteke ku li ser “Em ê destûrê nedin ku zarokên me ji bo desthilatdariya we bê kuştin” dinivisî, dowîzên ku li ser “Em şer naxwazin”, “Rêyeke ku nehat ceribandin ma û ew jî aştî ye” û “Bîlal bila biçe leşkeriyê û Taner biçe çeperên şer” dinivîsin hatin vekirin. Welatiyên derdorê jî bi çepikan beşdarî meşê bûn û ajokarên wesayîtan jî bi qorneyan piştgirî dan meşê. Di meşê de dirûşmên li dijî şer hatin berzkirin û li gel endamên saziyên sivîl ên civakî, rêvebirên DBP û HDP’ê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî beşdarî meşê bûn.

Berdevkê Demê yê KESK’ê Suleyman Aşkan piştî meş bi dawî bû axivî û diyar kir ku divê zimanê aştiyê, şer bide sekinandin. Aşkan destnîşan kir ku hê jî li welatê wan zarok, jin û ciwan tên kuştin û bi milyonan kes mexdûrî şer in. Aşkan li ser konsepta şer a AKP’ê li bajarên Kurdistanê xist dewrê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Ev şer ne şerê me ye û şerê qesra ku di nav sûcê de ye. Em kesên ku li ser xwîna mirovan siyasetê dikin lanet dikin.”

Aşkan da zanîn ku ji bo aştiyê divê polîtîkayên şer bi dawî bibin û wiha axivî: “Di şeran de zarokên xizanan tên kuştin. Ji ber vê jî divê em têkoşîna aştî û demokrasiyê bilindtir bikin.”

Piştî axaftinê girseyê ji bo aştiyê bi çepikan nîv saetan çalakiya rûniştinê pêk anî.

ŞIRNEX

Li Silopiyayê bi hezaran welatî bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi hezaran welatî di pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de li ber avahiya HDP'ê hatin cem hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heya kolana Hunerê meşiyan. Li gel Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, hevşaredarên Silopiya, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê û nûnerên gelek rêxistinên civakên sivîl bi hezaran welatî bi pankarta, "Aştiyek mayînde bi azadiya Rêber Apo pêkan e. Roja Aştiya Cîhanê li hemû mirovahiyê pîroz be" meşiyan. Her wiha di meşê de bi dehan wêneyên Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmên, "Bê serok jiyan nabe", "Ji Ocalan re azadî" , "Bijî aştî" û "Ocalan" hatin berzkirin.

Piştî ku bi hezaran welatî gihiştin kolana Hunerê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Piştî rêzgirtinê Parlamenter Aycan Îrmez Roja Aştiyê ya Cîhanê li hemû gelên cîhanê pîroz kir û ev tişt gotin; "Ji bo ku pêvajoya aştiyê careke din destpê bike divê Birêz Ocalan azad bibe. Daxwaza me ew e ku di 1'ê îlona 2016'an de Birêz Ocalan bi awayekî azad di nav me de be."

Li ser navê Meclîsa Dayîkên Aştiyê jî Asuman Kulter daxuyanî xwend û got ku ew di roja aştiyê de bang li Erdogan û AKP'ê dikin ku destê aştiyê bigirin. Kulter anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyan nayê qebûlkirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Divê AKP'ê tecrîda li ser Rêber Apo rake, şerê qirêj rawestîne û muzakereyên pêvajoya çareseriyê bide destpêkirin. Heya ev şert û merc pêk neyên bila ti kes qala aştiyê neke. Heya ku aştiyek mayînde pêk neyê em ê li qadan bin û hesabê şer û komkujiyan ji desthilatdar û kujeran bixwazin."

Kulter herî dawî 1'ê Îlonê li gelên aştîxwaz û hemû gelên cîhanê pîroz kir.

Piştî daxuyaniyê bi hezaran welatî bi çepik, tilîlî û dirûşman belav bûn.