Nasnameyên 2 gerîlayan hatin aşkerakirin
HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Şengalê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir.
HPG'ê nasnameyên 2 gerîlayên li Şengalê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameyên du gerîlayên li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
HPG'ê diyar kir ku di 31'ê Tebaxê de li Şengalê, di şerê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de gerîlayekî wan bi lehengî li ber xwe dane û jiyana xwe ji dest dane. HPG'ê da xuyakirin ku di Hezîrana 2014'an de jî gerîlayê wan ê bi navê Êrîş Avareş jiyana xwe ji dest daye.
Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye: "Heval Rênas ê li Wanê tevlî refên têkoşînê bû, bi têgihiştina welatparêziyê mezin bû û bi vê têgihiştinê re di demeke kurt de xwe bi rêxistin kir û tevlî xebatên ciwanan bû. Piştî ku wextekê di nava tevgera ciwanên welatparêz de bi awayekî aktîf cihê xwe di nava kar de girt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li dû perwerdeya di sala 2011'an de wergirt heval Rênas li gelek qadên pratîkê wezîfe kir. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li Kurdistanê dest bi êrîşên komkujiyê kirin û li hemberî civata me ya Êzidî serî li hovîtiyê da, hevalê me Rênas mîna bi sedan hevrêyên xwe li keleha berxwedanê li çiyayên Şengalê dest bi têkoşînê kiriye.
Heval Rênas li hemberî êrîşên çeteyan ên li Şengalê heta dawiya sala 2017'an bi biryardariyeke mezin wezîfeya xwe bi cih anî û di têkoşîna berxwedanê de bi roleke girîng rabû. Hevalê me di 31'ê Tebaxê de di şerekî li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Şengalê şehîd ket."
HPG'ê der barê gerîla Êrîş Avareş de jî ev agahî da:
"Hevalê me êrîş ê ji Mûşê tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, piştî perwerdeyê bûye xwedî kûrbûneke xurt. Heval Êrîş bi fedekariyeke mezin wezîfeyên xwe bi cih anî û bi vê biryardariyê beşdarî hemû kar û xebatan bû. Hevalê me Êrîş ku dema wezîfeya xwe bi cih dianî şehîd ket, bûye yek ji ewladên mînakdar ê leheng ê gelê Kurdistanê, ku bi kedeke mezin hatiye gihandin."
HPG'ê got, "Em soz didin, ku em ê wezîfeyên dîrokî yên hevalên me Rênas û ÊRrîş ên tevlî karwanê şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bûne, bi ser bixînin û bi bîranînên wan re dilsoz bin."
NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:
Nasnav: Rênas Tolhildan
Nav-paşnav: Latîf Bûlût
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navê dê-bav: Sînem-Asker
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 31'ê Tebaxa 2015 / Şengal
Nasnav: Êrîş Avareş
Nav-paşnav: Mûsap Ozmen
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navê dê-bav: Zeynep-Îsmet
Dem û cihê ji destdayîna jiyanê: 27'ê Hezîrana 2014 / Herêmên Parastinê yên Medyayê