KURDISTAN
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Meclîsa Gel a Şengalê bang li hikûmeta Bexdayê kir ku li şûna nêzîkatiyên leşkerî û ewlehiyê, îradeya siyasî ya Şengalê nas bike û rêya diyalogê hilbijêre.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
-
-
-
Li Panosê 5 kes hatin girtin
5 kesên li gundê Gaveşkan ê girêdayî navçeya Panos a Agirî hatin binçavkirin, bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.
-
-
Li Mûşê teqîn
Li ser rêya Mûş-Kopê dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqîn pêk hat. Hat diyarkirin ku li gor agahiyên destpêkê 8 leşker birîndar bûne.
-
-
HPG: 43 leşker û 6 polîs hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA STAR didomin. Di çalakiyên berfireh ên li Gever û Besta pêk hatin bi dehan leşker hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê 43 leşker û 6 polîs hatin kuştin.
-
2 kes li Amedê hatin binçavkirin
Li Pîranê şevê din operatorê kepçeyê Fesih Kaya hat binçavkirin û li navçeya Gêlê jî di serdegirtina malan de Hevserokê berê yê DBP'ê Yaşar Aydin hatin binçavkirin.
-
-
-
Ciwan ji bo azadiya Ocalan dimeşin
Ciwanên bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şiyara 'Xwedî derkeve' dest bi meşê kirin, di roja sêyemîn de çalakiya xwe bi coşeke mezin didomînin.
-
-
-
Tevî provokasyonê jî meşa dirêj dewam dike
Ciwanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirine, li bajarê Elmanya Remscheîdê rastî êrîşa faşîstan û astengiya polîsan hatin. Tevî êrîş û provokasyonê jî ciwan bi biryardarî dimeşin.
-
Li taxên Xaçort û Akkopru yên Wanê pevçûn
Li Taxa Xaçort a girêdayî navçeya Îpekyolû, Taxa Kûrûbaş a girêdayî Artemêtan û Taxa Akkopru ya girêdayî Tûşba yên Wanê di navbera endamên YDG-H û polîsan de pevçûnan rû da.
-
Polîsan li Pîranê êrîşî ciwanan kirin
Li navçeya Pîranê ciwanên ji bo peşiya êrîşên polîsan bigirin û gel biparêzin hewl dan li ser rêya Hênê ya Taxa 27 Mayis xendekê bikolin. Polîsan bi çekên lûledirêj ciwan gulebaran kirin.
-
-
-
Pevçûnên li Geliyê Doskî didomin
Artêşa Tirk li qada Geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Gever a Colemergê ya di kontrola gerîlayan de ye operasyonek da destpêkirin. Di encama operasyonê pevçûnên ku rû dan didomin.
-