Tevî provokasyonê jî meşa dirêj dewam dike

Ciwanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirine, li bajarê Elmanya Remscheîdê rastî êrîşa faşîstan û astengiya polîsan hatin. Tevî êrîş û provokasyonê jî ciwan bi biryardarî dimeşin.

Ciwanên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirine, li bajarê Elmanya Remscheîdê rastî êrîşa faşîstan û astengiya polîsan hatin. Tevî êrîş û provokasyonê jî ciwan bi biryardarî dimeşin.

Di meşa dirêj a bi pêşengiya Jinên Ciwanên Azad bi dirûşmeya 'Xwedî derkeve' tê lidarxistin de, duh ji Remscheîdê heta Oberbergîscherkeîser ciwan bi qasî 15 kîlometre meşiyan.

Duh danê nîvro di dema bêhn vedanê de faşîstan êrîşî ciwanan kirin û hewl dan provokasyonê derxînin. Ciwanan bi qîrîna dirûşmeyên "Kurdistan wê li faşîzmê re bibe goristan" û "Bijî Serok Apo" bersiv dan hewldana provokasyonê ya faşîstan.

Li dû êrîşa faşîstan polîsan vê carê bi hinceta "lêgerînê" sê saetan ciwan ragirtin. Di dema lêgerîn û kontrola nasnameyê de ciwanê bi navê Hakki Dînç ê ji Elmanyayê beşdarî meşê bû û xwedî mafê mayînê ye, bi hinceta "Ketina xwe ya Elmanyayê qedexe ye" hat binçavkirin. Piştî ragirtina du saetan, bi hinceta ku şaşîtî bûye, Dînç serbest hat berdan. Ciwanan li hemberî helwesta polîsan bê navber dirûşmên "Jin jiyan azadî", "PKK gel e gel li vir e" û "Şehîd namirin" qîriyan. Hat ragihandin ku rayedarên polîsan wê di heman demê de der heqê koma provokasyon kir de, lêpirsînê bidin destpêkirin.

Ji meşvanan Ayfer Kahraman ji ANF'ê re axivî û got, "Faşîstan provokasyon kirin. Lê belê bi qasî saet û nîvan li ser me geriyan, yek bi yek lêgerîn pêk anîn. Mîna ku sûcdar em in, nêzî me bûn."

Kahraman da xuyakirin ku ji bo azadiya Ocalan ew bi salane dimeşin û eger pêwîstî pê hebe, ew ê vê meşa xwe her dewam bikin.

Komîteya Amadekar jî da xuyakirin ku lêgerîn ji bo sekinandina meşê hatiye kirin û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan meşên wan wê dewam bikin. Komîteya Amadekar piştî êrîşa duh bang li ciwanan kir ku hîn bêhtir beşdarî meşê bibin û xwedî lê derkevin.

Ciwan piştî meşa bi 15 kîlometreyan çûn Komeleya Elewiyan a Kurd a li Oberbergîscherkreîser. Li Komeleya Elewiyan a Kurd, siyasetmedarê Kurd Îsmet Kem li ser dîroka Kurdistanê semînerek da ciwanan. Piştî semînerê ciwan li nava malan belav bûn û meşa xwe îro dewam dikin.