HPG: 43 leşker û 6 polîs hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA STAR didomin. Di çalakiyên berfireh ên li Gever û Besta pêk hatin bi dehan leşker hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê 43 leşker û 6 polîs hatin kuştin.
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA STAR didomin. Di çalakiyên berfireh ên li Gever û Besta pêk hatin bi dehan leşker hatin kuştin. Li Bakurê Kurdistanê 43 leşker û 6 polîs hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand:
HPG’ê diyar kir ku li Geverê li hember leşkerên derketine operasyonê çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin û wiha hat gotin: “Ji 10’ê Tebaxê ve rêyên ji Gevera Colemêrgê tên Geliyê Doskî û diçe qereqola Oremar, rêya ji Mergê Zerê diçe qereqolên Şitaza û Oremar di kontrola gerîlayan de ye. 2’yê Îlonê artêşa T.C li hember van qadan operasyonek daye destpêkirin. Saet 10.00’an artêşa Tirk bi helîkopterên Skorsky leşker danîne Çelareşkê. Gerîlayên me bi awayekî bi bandor li artêşa T.C ya dixwest ji 5 baskan ve ji Çelareşkê bikeve Geliyê Doskî dane. Leşkerên ji 3 baskan ve hatine windahiyên giran dane. Di vê çalakiyê de di baskê yekemîn de 10 leşker, di baskê 2’yemîn de 5 leşker û di baskê 3’yemîn de 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa T.C dema ketiye nav hewldanên ku mirî û birîndarên xwe rake hêzên me yên gerîla destûr nedane bikevin qadê. Pevçûn heta êvarî saet 19.00’an dewam kirine. Her wiha bi çalakiyê re di heman demê de artêşa T.C ji qereqolên derdor qada Geliyê Doskî bi bi obus û hawanan bombe kiriye.”
HPG’ê têkildarî çalakiyan ev agahî da:
“1’ê Îlonê saet 16.00’an hêzên me yên gerîla li hember leşkerên li Tûgaya Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin.
28’ê Tebaxê rêyên qereqolên Tûgaya Şemzînan ên li sêgoşeya Katûna, Helena û Garê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kontrolkirin. Li hember vê artêşa T.C, 2’yê Îlonê ji du baskan ve ji qereqolên Garê û Şemzînan li hember sêgoşeya Katûna, Helena û Garê operasyonek pêk aniye. Her wiha saet 07.00 li ser qadê tevgera helîkopterên kobra rû daye, piştî hêzên me yên gerîla bi çekên giran li wan dane vekişiyane. Di operasyona bejahiyê de baskekî operasyonê ketiye qada gerîlayên me lê û pevçûneke demkurt rû daye. Bi vê operasyonê re di heman wextî de artêşa T.C bi balafirên şer, obus û hawanan sêgoşeya Helena, Katûna û Garê, Girê Genîş û Girê Konserve bombe kiriye. Li hember vê hêzên me yên gerîla bi hawanan qereqola Garê hedef girtine. Operasyon hê didome.
3’yê Îlonê saet 00.00 hêzên me yên gerîla li hember pira Qaportê ya di navbera Gever-Şemzînan çalakiyeke sabotajê pêk anîne û pir bi temamî hatiye rûxandin.
2’yê Îlonê saet 14.50 hêzên me yên gerîla li hember girên girêdayî qereqola Oremar a li ser sînorê Avaşîn bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xitine. Di vê çalakiyê de tankek, hawanek û çepereke A-4 hatiye derbkirin.
ÎSTASYONA BAZÊ HATE ÎMHAKIRIN
Di 2’ê Îlonê saet 21.00'an de li gundê Albayrak a navçeya Elbakê ya Wanê gerîlayên me çalakiya teqemeniyê li hember îstasyonên bazê yên Turkcell, Vodafone û Aveayê pêk anîn û ew îmha kirin.
Di 2’ê Îlonê saet 05.45'an de gerîlayên me li hember qereqola Kisimli ya navçeya Elbakê ya Wanê çalakiyek sekvaniyê pêk anîn û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên hatin ser cenazê jî hedef hatin girtin û li vir jî leşkerek hat kuştin. Mewziya A-4’ê ku xwest mudaxele bike, ew jî hat derbkirin. Leşkerên mirî bi helîkopterên Skorsky hatin rakirin.
1’ê Îlonê li navenda navçeya Mîksê ya girêdayî Wanê tîmeke me ya gerîla saet 19.00’an wesayîteke zirxî hedwf girtine. Piştî çalakiyeke demkurt wesayît vekişaye.
Di 2’yê Îlonê saet 13.30'an de tîmek gerîlayên me agir berdan wesayîteke ku erzaq dibir qereqola Bêgendê ya girêdayî navçeya Misircê ya Sêrtê û wesayît îmha kirin.
LI BESTAYÊ 19 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di 1’ê Îlonê de grubek gerîlayên me yên diçûn qada Çiyayê Fillaha Bestayê kemîna leşkeran danîbûn ferq kirin û pevçûn heta saet 19.00’an berdewam kir. Artêşa TC saet 16.00’an bi balafirên keşfê û 4 helîkopterên Kobra mudaxeleyî qadê kir, dîsa ji qereqolên Gundikê Melle û Çelê Nimêja yên Şirnexê bi obus û hewanan li qadê dan. Tevî van êrîşan li ser gerîlayên me jî gerîlayan bi bandor lê xistin û di encam de bi çav 15 leşkerên mirî hatin tespîtkirin, lê hejmara mirî û birîndarên wan zêdetir in. Wê agahiyên berfireh piştre bên ragihandin.
Di 2’yê Îlonê saet 10.35'an de tîma me ya Şehîd Kamûran li ser girê ku ewlekariya Tûgaya Şirnexê dike çalakiyek sûîqestê ji bo bîranîna 4 hevalên li Bestayê şehîd ketine pêk anî û bi zelalî 4 leşker hatin kuştin.
Di 1’ê Îlonê saet 22.00'an de li gundê Şevaşor a navçeya Silopiya ya Şirnexê îstasyona bazê ya Vodafonê bi çalakiyek teqemeniyê ji hêla gerîlayên me ve hat îmhakirin.
ŞEWATA DI ÊRÎŞÊN KOBRAYAN DE DERKET DIDOME
Di 2’yê Îlonê saet navbera 16.00 û 17.00’an de 2 helîkopteran li gundê Ebûbekîr a navçeya Berwarî ya Sêrtê dan û di encam de agir bi eraziyê ket, hê jî rewş didome.
Di 2’yê Îlonê saet 19.00'an de qereqolên Tîrya û Xerxol ên girêdayî Garisa Sêrtê bi çekên giran erazî bomberdûman kirin agir bi erazî ket û hê jî erazî agir girtiye. Ji derveyî vê jî qereqola Sîryayê jî qada Herekolê bombebaran kir.
Di 2’yê Îlonê saet 11.00'an de qereqola Bawênê ya girêdayî navçeya Darahênê ya Çewligê eraziya derdora xwe agir berdayiyê. Ev rewş berdewam e.
Di 2’yê Îlonê saet 12.00'an de li hember qereqola Korxê ya navçeya Licê ya Amedê gerîlayên me çalakiyek sûîqestê pêk anîn û bi zelalî leşkerek kuştin. Dîsa kûle û konteynirek bi çekên ferdî û giran bi bandor hatin darbekirin lê di vir de hejmara kuştî û birîndaran nehat netkirin. Piştî çalakiyê leşkeran 15 deqeyan derdora xwe bi çekên A-4’ê gulebaran kirin.
Di 2’yê Îlonê saet navbera 20.00-22.00’an de gerîlayên me li navbera Çewlig – Amedê kontrola nasnameyan kir û gel der barê pêvajoyê de agahdar kir.
Di 2’yê Îlonê de qereqola Sûveren a navçeya Darahênê ya Çewligê agir berda eraziyê û ev agir hê jî nehatiye temirandin.
Di 2’yê Îlonê saet 07.00-08.30’an de artêşa T.C bi 6 helîkopterên Skorsky leşker danîn girê Zerga yê di sêgoşeya Karas, Licê û Hênê.
Di 30’ê Tebaxê saet 21.30'an de li qada Yaylaya navçeya Darahênê ya Çewligê gerîlayên me îstasyonek bazê ya Turkcellê şewitandin û îmha kirin.
ÇALAKÎ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD DÊRSIM PÊK HAT
Di 2’yê Îlonê saet 10.00'an de gerîlayên me li hember qereqola Kanakderê ya Bedlîsê ji bo bîranîna Şehîd Dêrsim çalakiyên hemwext ên sûîqestê pêk anîn û di heman demê de jî bi çekên ferdî li nîzamiya qereqolê dan. Di vê çalakiyê de 2 leşker mirin yek jî birîndar bû. Qada çalakiyê saet navbera 12.00-12.30’an de bi helîkopterên Kobra bi awayekî giran bomberdûmankirin. Helîkopterên Skorsky jî mirî û birîndarên xwe kom kirin. Di vê qadê de heta saet 14.30'an 4 pêgerên hewayî yên bê mirov keşfa xwe domandin. Şewata ku helîkopterên Kobrayê derxistin hê jî didome.
LI ELEZÎZÊ 6 POLÎS HATIN KUŞTIN
Çalakiyên me yên di çarçoveya pêngava Şehîd Rojhat Batman de pêş dikevin bi berfirehî didomin. Di 2’yê Îlonê saet 20.15’an de li hember avahiya Emniyetê ya navçeya Qovanciyan a Elezîzê tîmên me yên tolhildanê yên Şehîd Firat û Şehîd Destan çalakiyek pêk anîn. Avahiya Emniyetê û polîsên li pêşiya wê komî disekinîn ji nêz ve bi B-7 û BKC’yan ji du baskan ve derbe xwarin û dîsa bi roketan li kulubeyên nobetê xistin. Bi zelalî 6 polîs mirin û hejmareke zêde polîs jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê gelek ambûlans hatin cihê çalakiyê mirî û birîndar kom kirin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Firat, Şehîd Destan, Şehîd Cihan û Şehîd Ekîn Van pêk hat.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve gerîlayên me kontrolkirina rêya Dêrsim-Erzîngan û Dêrsim-Pilûrê didomînin. Di vê derê de nasname tên kontrolkirin û der barê pêvajoyê de agahî tên dayîn.
HPG’Ê KONTRAYÊ BI NAVÊ ÎSMET TATAR Û KURÊ WÎ CEZA KIR
Di 27’ê Tebaxê danê êvarî de yekeyeke HPG’ê Îsmet Tatar û kurê wî kuştin. Destên wan kesan di xwîna gelek welatparêz û 4 gerîlayên me yê li Silopiyayê şehîd ketin hene.