Polîsan li Pîranê êrîşî ciwanan kirin

Li navçeya Pîranê ciwanên ji bo peşiya êrîşên polîsan bigirin û gel biparêzin hewl dan li ser rêya Hênê ya Taxa 27 Mayis xendekê bikolin. Polîsan bi çekên lûledirêj ciwan gulebaran kirin.

Li navçeya Pîranê ciwanên ji bo peşiya êrîşên polîsan bigirin û gel biparêzin hewl dan li ser rêya Hênê ya Taxa 27 Mayis xendekê bikolin. Polîsan bi çekên lûledirêj ciwan gulebaran kirin.

Li navçeya Pîrana Amedê li ser zêdebûna terora polîsan, ciwanên li Taxa 27 Mayis ji bo parastina gel û pêşiya êrîşên polîsan bigirin li ser rêya Hênê xendek kolandin. Polîsên bi wesayîtên zirxî ketin taxê û tax dorpêç kirin. Polîsan bi çekên lûledirêj êrîşî ciwanan kirin. Li ser vê êrîşê ciwanan bersiv da polîsan û pevçûn derket. Hat ragihandin ku dem bi dem dengê teqînên mezin li taxê tên û şêniyên taxê ji bo êrîşa polîsan şermezar bikin çalakiya dengderxistinê dan destpêkirin.

Ji ber gulebarana polîsan fikara ku welatî jiyana xwe ji dest bidin heye.