'Divê partiyên Başûrî wesayeta li ser dadgeriyê bi dawî bikin'
Parêzerê ji Başûrê Kurdistanê Mehmed Seîd diyar kir ku qanûnên heyî yên li Başûrê Kurdistanê li ser kaxizê demokratîk e, lê di pêkanînê de rewş ne bi vî rengî ye.
Parêzerê ji Başûrê Kurdistanê Mehmed Seîd diyar kir ku qanûnên heyî yên li Başûrê Kurdistanê li ser kaxizê demokratîk e, lê di pêkanînê de rewş ne bi vî rengî ye.
Parêzerê ji Başûrê Kurdistanê Mehmed Seîd diyar kir ku qanûnên heyî yên li Başûrê Kurdistanê li ser kaxizê demokratîk e, lê di pêkanînê de rewş ne bi vî rengî ye.
Parêzer Seîd mijar ji ANF'ê re nirxand û got, "Dadgehên me di mijara wergirtina biryaran bi awayekî azad de, ji berê çêtir e. Lê belê zehmet e mirov bêje ev mutleq e. Kêmasî hînê dewam dikin. Bi taybetî, ji ber rêveberiyek xwedî du seriyan, mirov nikarin behsa rewşeke demokratîk bikin. Ji ber vê yekê, ji bo bibin organên biryarên demokratîk û azad, girîng hemû partî êdî bandorê li dadgeriyê nekin."
Seîd bal kişand ser rewşa dozgeran û diyar kir, ku dozger jî bi awayekî azad nikarin kar bikin, bandora wan gelekî qels e. Parêzer Seîd got, "Ji bo qanûn bi awayekî rast bi cih werin anîn, eadlet û heqaniyet serdest be, divê dozger jî bi awayekî azad bixebitin, bi rola xwe rabin. Du partiyên serdest (mebest di vir de PDK-YNK ye) destûr nedan ku dozger bi awayekî baş di çarçoveya qanûnan de kar bikin. Divê dozger, li têkoşîna navbera partiyan rast neyên."
Seîd ji bo rêxistinbûyîna parêzeran got, "Em xwedî rêxistinbûyîneke sendîkayî ne. Navenda wê li Hewlêrê ye, li Silêmaniyeyê jî şaxekî xwe heye. Ev yek bi temamî ne li gorî dilê me be jî, ji aliyê rêxistinbûyînê ve baş e."
Ji bo pirsa 'Li Başûrê Kurdistanê weke parêzer hûn bi giranî bi kîjan sûcan re rû bi rû dimînin?' Seîd got, "Bê guman em bi sûcên cuda re rû bi rû dimînin. Ev yek bi tenê di nava civaka me de nîne. Di nava her civakê de bûyerên li gorî qanûnan sûc in derdikevin holê. Li cem me jî heman tişt heye. Lê mixabin di demên dawî de bi taybetî sûcên dizî û xapandinê derdikevin pêş.
Ji ber kaosa li Iraqê, li Sûriyeyê koçeke cidî ber bi herêmê ve heye. Bê guman bi xwe re krîzeke aboriyê tîne. Mebesta min ne nebaşnîşandana mirovên koçî vir dikin e. Lê belê her rewşeke kaotîk bi xwe re encamên neyînî tîne. Vaye krîza aboriyê rû dide. Ev yek jî berê mirovan dide rêyên cuda."
Der barê dema binçavkirinê de parêzer Mehmed Seîd got, "Ev yek li gorî sûcê hatiye kirin, diguhere. Mînak; dema binçavkirinê ya mirovekî mirov kuştiye, mirovekî bi hina re pev çûye, mirovekî dizî kiriye, ji hev cuda ne. Wekî din li gorî rewşa tevlîhev a sûc jî ev dem diguhere. Hin jê 24 saetan di binê çavan de tên ragirtin, hin jî mehekê.
Bê guman di vir de mafên kesê tê sûcdarkirin jî hene. Mînak; kesê tê sûcdarkirin heta ku sûc neyê îspatkirin, bêguneh e. Lewma dema hat binçavkirin, dikare mafê xwe yê neaxaftinê bi kar bîne, dikare bang li parêzerê xwe bike. Di rewşên bi vî rengî de qanûn maf dide gumanbar, ku karibe xwe biparêze."
Seîd da xuyakirin ku qanûna di vî warî de bi cih tê anîn, lê belê mutleq nîne. Seîd got, "Em dizanin ku car carna qanûn tê binpêkirin, kesê tê sûcdarkirin rastî zext û şîdetê tê. Yanî mirov dikarin bêjin ku qanûn jî tê binpêkirin. Di vir de dixwazim ji mûxatabên pêwendîdar re vê bêjim; Divê hikûmet pêşî li binpêkirina mafan bigire. Divê rewşên kêfî, îşkence û pêkanînên li dijî qanûnan nebin."
Li ser zor û zehmetiyên parêzer lê rast tên jî Seîd ev nirxandin kir: "Zehmetiyên em dikişînin hene. Beriya her tiştî divê gel bi qanûnan baş bizanibe. Mirov mafên xwe yên qanûnî nizanin. Ji ber vê yekê zor û zehmetî jî rû didin. Mînak; di hin dozên em lê amade ne de, dema doz tê windakirin, bersûc sedema vê yekê weke kêmasiya parêzeran dibîne. Halbûkî li vir qanûn hene û dema der heqê qanûnan de serwextî tinebe, mîna ku her tişt ji ber kêmasiya parêzeran e tê fêmkirin. Ev yek zexteke cidî li parêzeran dike. Ev yek zehmetiyeke ku ji aliyê gel ve li me tê kirin e.
Wekî din astengiyên siyasî hene. Mînak; nasnameya we ya siyasî, sekna we jî dikare bibe pirsgirêk. Em bêjin hûn beşdarî çalakiyeke demokratîk bûn. Dibe ku ev yek weke pûaneke neyînî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve li we bê vegerandin. Hûn li astengiyen cuda rast tên."
Ji bo pirsa 'Di destûra bingehîn a Başûrê Kurdistanê de îdam heye?' parêzer Seîd got, "Belê, di qanûnê de îdam heye. Lê belê cezayên bi vî rengî vediguherin cezayê ragirtina heta bi hetayê. Yanî mirovekî cezayê îdamê lê hatiye birîn, nayê îdamkirin."
Parêzer Mehmed Seîd da xuyakirin ku ew bi giranî destûra bingehîn a herêmê ji xwe re esas digirin û got, "Di hin rewşan de destûra bingehîn a dewleta Iraqê li ber çavan tê girtin. Qanûn vê yekê ferz dike. Bê guman ev li gorî çarçove û giraniya ceza, diguhere."