Li Xelatê ji ber înşaeta AVM’ê hilweşiya karkerek mir

Li navçeya Xelat a Bedlîsê kargeha şaredariya AKP’ê çêkiribû hilweşiya û encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Li navçeya Xelat a Bedlîsê kargeha şaredariya AKP’ê çêkiribû hilweşiya û encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Li Taxa Selçûklû ya Xelatê înşaeta Navenda Çand, Şahî û Bazirganiyê ya Şaredariya Xelatê dema beton hat rijandin hilweşiya. 5 karkerên ku di bin qatê de man ji aliyê AFAD’ê bi zorê di bin xirbeyan de hatin rizgarkirin. Ji 5 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê. Mahmut Yîgît ê rewşa wî giran bû tevî mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Li înşaeta Kargeha AVM lêkolîn hat destpêkirin.